Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?

  • rojane
  • 15:12 29 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, diyar kir ku şandeya dadgehê ya dixwaze Doza Kobanê demildest bi dawî bike, wiha got: “Yên ku di bin gefa cezayê herî giran de em in, em natirsin, hûn çima evqas ditirsin?”
 
Rûniştina 5'an a danişîna 19'an a Doza Kobanê ku ji ber çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê hatibû vekirin û hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 108 kes tên darizandin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê li Eywana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 
Parêzerên ku endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ne tev li danişînê bûn. 
Siyasetmedarên girtî yên di Girtîgeha Sîncanê de anîn eywana danişînê û yên di girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
 
Danişîn piştî tespîta nasnameyan bi parastina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak dest pê kir. 
 
DAXWAZ NEHATE QEBÛLKIRIN
 
Kişanak, diyar kir ku li Girtîgeha Kocaeliyê ku lê tê ragirtin ji meha Adarê ve tadîlat heye, ji ber cihê ku lê bi SEGBÎS’ê tev li dibe di tadîlatê de ye anîne odeya SEGBÎS’ê ya girtîgeha zilaman ev jî ji bo mafê parastinê nebaş e û xwest piştî nîv saetê parastinê bike mafê axaftinê bide siyasetmedarên din. Şandeya dadgehê, daxwaza Kişanak qebûl nekir. 
 
‘HÛN ÇIMA EVQAS DITIRSIN?’
 
Kişanak, a jinûve mafê axaftinê girt, wiha got: “Hûn ji destpêkê heta niha hemû daxwazên me red dikin, em dikarin parastinê bikin? Ne di xema we de ye. Biryara we diyar e hûn ji neçariyê guhdariya me dikin û dixwazin demildest vî karî bi dawî bikin. Dozeke komî tê dîtin, divê hûn vê dozê bikarin birêvebibin lê fikareke we ya wisa nîne. Yên ku di bin gefa cezayê herî giran de em in, em natirsin, hûn çima evqas ditirsin? Em dixwazin heqîqet rast were fêm kirin, armanca me sererastkirina heqîqetê ya berovajîkirinê ye.”
 
DAXWAZA JI BO 6-8’Ê COTMEHÊ 
 
Kişanak, bi lêv kir ku provokasyonên di pêvajoya çareseriyê de pêk hatin di 7-8’ê cotmehê ketin dewrê û destnîşan kir ku bûyerên 7-8’ê cotmehê ji bilî pêkanîna mafên demokratîk pirsgirêkek e û eger Tirkiye dixwaze pêşerojeke ronî bi dest bixe divê ev rewş bê lêkolînkirin. 
 
GIRTÎGEHÊ JI SIYASETMEDARAN RE GOT: EM ZÛTIR LI BENDA WE BÛN
 
Kişanak, bi lêv kir ku beriya ku bên girtin, ji bo li Girtîgeha Kandirayê blokeke jin bê avakirin ferman hatiye dayîn û anî ziman ku girtîgehê ji wan re gotiye “Em zûtir li benda we bûn”. 
 
Kişanak, jinûve anî ziman ku li odeya SEGBÎS’ê ku lê parastina xwe dike zehmetiyê dikişîne lê daxwaza wê careke din ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.