Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin

  • rojane
  • 19:16 29 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Rapora ATK'ê ya Sîbel Balaçê ku 287 roj in di rojiya mirinê de ye, ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin. 
 
Tenduristiya Sîbel Balaçê ku ji 19'ê Kanûna 2021'ê ve ji bo darizandineke adil, ji bo girtiyên nexweş bên berdan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dest bi rojiya mirinê kiribû, her diçe xirabtir dibe. Buroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a Sîbel Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hatiye şandin.
 
Buroya hiqûqê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Her roj ji bo muwekîla me rojeke krîtîk e. Dozgerî demildest divê biryara berdana muwekîla me bide! Sîbel Balaç demildest bila bê berdan."