Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû

  • rojane
  • 10:51 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Şaredariya Artûklûyê ya AKP’î ji bo çêkirina rê îhaleyek pêk anî û îhaleyê ji dewsa teslîmî teklîfa herî erzan bike, da teklîfa herî biha. 
 
Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê bi îhaleyên xwe yên nelirê ji rojeve nakeve û herî dawî îhaleya ku ji bo çêkirina rê daye destpêkirin, ji dewsa ku bide teklîfa herî erzan, da teklîfa herî biha. 5 fîrma ketin îhaleya bi navê “Çêkirina Rêyên Taxên Muxtelîf." 3 fîrmayên ku teklîf dane fîrmayên ku di bin rêvebirina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin de, gelek îhaleyan distînin. Herdu fîrmayên din jî ji derveyî bajêr tev li îhaleyê bûn. 
 
2 FÎRMA JI DERVEYÎ BAJÊR
 
Bihayê lêçûnên îhaleyê wek 21 milyon û 199 hezar 980 lîre hat diyarkirin. Fîrmaya ku ji derveyî bajêr tev li bûbû ji bo îhaleyê ji sedî 19.93 daxistinê, 16 milyon 974 hezar lîre da. Fîrmaya din a ji derveyî bajêr tev li bûye jî ji sedî 10.02 daxistinê, 19 milyon û 76 hezar lîre dan.
 
FÎRMAYÊN HERÎ BI HÎLE
 
Beriya niha jî Şaredariya Artûklûyê îhaleyêk bi bihayê 21 milyonan amade kiribû û di encama Lêkolîna Venêrîna Aborî ya Meclisa Şaredariya Artûklûyê de derket holê ku fîrmaya Serokê Şaredariya Midyadê yê AKP'ê Veysî Şahîn, xwedî hîleyan e û heman fîrma ji bo vê îhaleyê jî ji sedî 0.63 daxistinê 21 milyon 67 hezar lîre teklîf da. 
 
ÎHALEYÊ DAN FÎRMAYA ÇAREMÎN
 
Îhaleyê ji dewsa bidin fîrmaya ku teklîfa herî kêm daye, dane fîrmaya Martaş Yol înşeatê a xwedî teklîfa bihatirîn a çaremîn. Şaredarî 3 teklîfên ku fîrmayên din dabûn bi hinceta “di bin sînorên bihayê de ye” qebûl nekir.