Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê

  • rojane
  • 10:41 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
MELETÎ - Şahidê Qetlîama Madimakê Alî Balkiz got: “Zihîn gelek tiştan xwe bi paqij dike. Lê belê bêhna wê kizê nikarî paqij bikî. Her cara ku ba tê ew bêhna kizê ji nû ve tê pozê me.” 
 
Li Hotêla Madimaka Sêwazê di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de 35 însan hatin şewitandin û 51 însan jî bi biranî birîndar bûn. Di qetlîamê re 29 sal derbas bûn. Bi sedan mirov ji bo pîrozbahiya şahiya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal li Hotêla Madimakê civiyan. Komek nijadperest li ber hotêlê civiya û li pêş kamerayan hotêl şewitandin. Qetlîam rojek înê bû. Ev koma nijadperest piştî nimêja înê ber bi hotêlê ve meşiyan û dirûşmên olperest berz kirin. Di kêliya ku ev koma nijadperest li ber hotêlê kom bû, nivîskar Azîz Nesîn li Cigirê Serokwezîrê wê deme Erdal Înonu geriya û xwest wan rizgar bikin. Înonu bersiva wî da û got: “Qet meraqê nekin. Me tevdîrên pêwîst girtine.” Tevî vê sozdayîna cîgirê serokwezîr jî koma nijadperest agir berda hotêlê û bi sedan mirov têde asê man. Ji van mirovan ku nivîskar û hunermend jî di nav de 35 kes hatin şewitandin û gelek mirov jî bi giranî birîndar bûn. 
 
QETLÎAMÊ ERÊ KIRIN 
 
Serokwezîra wê deme Tansu Çîler û Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel daxuyanî dan û adeta xwedî li qetlîamê derketin. 
 
Tevî ewqas sal di ser qetlîamê re derbas bûne jî hê jî êşa wê nehatiye jibîrkirin û wek roja ewil ew hêrs hê jî heye. Ji şahidên qetlîamê Alî Balkiz têkildarî qetlîamê axivî.
 
ÇÛNE BÎRANÎNA PÎR SULTAN 
 
Balkiz bi bîr xist ku ew bi 2 otobusan ji Enqereyê di nav de nivîskar, helbestvan, ciwan, xwendekar hebûn gelek ji bo bîranîna Pîr Sultan çûn Sêwazê û roja ewil a şahiya bîranînê her tişt asayî bi rê ve çû û li gorî plansaziyê bernameya xwe li dar xistin. Balkiz got roja ewil bi çalakiyên çand û hunerî şahiyê li dar xistin. Balkiz anî ziman ku ew ji Enqereyê bi qasî 120 kesan çûbûn û li Sêwazê jî elewî û sunî jî di nav de hezar û 800 sêwaziyan wan pêşwazî kir. 
 
POLÎSAN GIRÎNGÎ NEDANE BELAVOKAN 
 
Balkiz da zanîn ku roja ewil a şahiyê tu nîşaneyek êrişê nebû û lê wan di rojnameyên herêmî de roja duyem dîtine ku hedef hatine nişandan û li rewşê nihêrîne ku dê rewşek berbat derkeve. Balkiz diyar kir ku belavokên ku wê bibûna sedema êrişê ango qetlîamê li bajêr hatine belavkirin û her çiqas kesekî ew belavok nîşanî polîsan daye jî lê polîsan jê re gotiye, “Tiştekî ne girîng e, ji wan belavokan li ba me jî hene.” 
 
HER TIŞT DI KÊLIYEKÎ DE QEWIMÎ YE 
 
Balkiz anî ziman ku roja qetlîam pêk hat girseyek qelebalix a nijadperest piştî nimêja înê bi gotinên wek “ezana me qut kirine, sabotek irine” însanan sor kirine û got: “Em bi hêvî bûn ku wê her kes xelas bibe. Lê her tişt hema di kêliyekî de pêk hat. 35 hevalên me şewitîn û şehîd bûn. Gelek ji me jî bi birîndarî rizgar bûn.” 
 
QETLÎAMEK PLANKIRΠ
 
Balkiz destnîşan kir ku her tiştê ku qewimî bi awayek plankirî pêk hat û wiha got: “Me ji meseleyê fêm kir ku hêzek û îradeyek di nava plankirina qetlîamê de heye. Hemû tiştên qewimî nîşanî me dida ku qetlîamek plankirî hatiye amadekirin. Berpirsiyar û kujer ji bajêr hatin revandin. Ev jî bi zanebûn hat kirin.” 
 
BÊHNA KIZÊ… 
 
Balkiz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wek şahidên ji qetlîamê hatin rizgarkirin, em qet wan kêliyan û tiştên hatin serê me ji bîra nakin. Pêvajoyên dadgehê jî dubare êşan bi me dan kişandin Zihîn gelek tiştan xwe bi paqij dike. Lê belê bêhna wê kizê nikarî paqij bikî. Ew bêhn ketiye nava ruh û laşên me. Her cara ku ba tê ew bêhna kizê ji nû ve tê pozê me.”
 
Doza têkildarî qetlîamê bi salan dewam kir. Kujer hatin parastin. Doza qetlîamê ku niha li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ye bi xetereya ku di sala 2023’yan de bi demborînê re rûbirû bimîne maye. 
 
MA / Ceylan Şahînlî