Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin

  • rojane
  • 09:07 1 Tîrmeh 2022
  • |
STENBOL - Rojnamevan Tûgrûl Eryilmaz diyar kir ku qanûna "sansurê" civakê hedef digire û peyva "derewnûçe" jî dê wekî "derewnûçeyekê" esas bê girtin û bê cezakirin. 
 
Nivîskarê T24'ê û rojnamevan Tûgrûl Eryilmaz "qanûna sansurê" ku desthilata AKP-MHP'ê jê re dibêje "qanûna dezenformasyonê" û hewl dide pê medyaya înternetê bitepisîne nirxand. Eryilmaz bal kişand ser navê pêşnûmayê û diyar kir ku deshilata AKP'ê bi vî navî ser neyta xwe digire. Eryilmaz destnîşan kir ku ji bo nimûne desthilatdar ji bo binpêkirina azadiyan dibêjin 'qanûna azadiyan' û got: "An jî gava demokrasiyê perîşan dikin, demokrasî tim li ser zimanê wan e. Divê mirov di heman çarçoveyê de li vê pêşnûmayê jî mêze bike. Desthilatdar dibêje, 'dezenformasyon'. Lê em dibêjin 'sansur'. Lê çima em dibêjin sansur? Lewre dê ji nûçeya ku gel biqilqilîne û xemsar bike bibêjin 'derewnûçe'." 
 
 
ROJNAMEVAN NE BERDEVKÊ TU KESÎ NE
 
Eryilmaz destnîşan kir ku rojnamevan divê ne berdevkê tu kesî be û got: "Çi dibe bila bibe divê tişta heyî ragihîne. Rojnamevan divê alîkariya kesên ku nikarin dengê xwe ragihînin bikin. Her wiha divê li ser navê tu kesî jî neaxivin. Mesela axaftina li ser navê HDP'ê, LGBT an jî feminîstan ne hedê min e. Lê pirsgirêkek wisa heye: Divê dengê wan bê ragihandin." 
 
Eryilmaz bal kişand ser dersên rojnamevaniyê yên li dibistanên rojnamevaniyê tên dayîn û di van dersan de divê rojnamevanek di aleyha kêmneteweyan de nûçeyan çêneke, lewre ev tişt di warê pîşeyî de "guneh" e. 
 
DÊ ZIRAR BIGIHÊ HER KESÎ'
 
Eryilmaz destnîşan kir ku ger ev pêşnûmaya qanûna sansurê bibe qanûn dê zirar bigihê her kesî û got: "Ev hê te nûçe çênekiriye dixwazin te çavtirsandî bikin. Dixwazin rojnamevan xwe bi xwe xwe sansur bikin. Otosansur dijminê herî mezin ê rojnamevaniyê ye. Rojnamevanî çima ev qas girîng e? Ji lew re gava tu serê sibehê ji malê derdikevî tu dibêjî wê baran bibare yan na û ji bo vê tu li nûçeyan mêze dikî. Îja ji bo raya giştî nûçeyên rast wergire rojnameyavniyeke rast şert e. Lê tişta dixwazin pêk bînin pir talûke ye. Ez 75 salî me. Hema bibêje min 50 sal rojnamevanî kir. Hê jî bi tiştinan re bilî dibim. Lê êdî ji vê gotinê aciz bûme; bi rastî jî nayê bîra min bê ka ez bi titşekî ev qasî xeternak re rû bi rû mame yan na." 
 
ROJNAMEVANÎ TÊ ASTENGKIRIN
 
Eryilmaz pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê bibîr xistin û wiha domand: "Wê demê ji bo xelasiyê em li rêyekê digeriyan. Lê tu dibêjî evana qey ji her tiştî ders girtine. Ji lew re pir diyar e ku li ser 'em ê wan çawa bitepisînin' hûr bûne. Ez vê jî bibêjim; car heye ez fêm nakim bê ka çi dibêjin û doza çi dikin. Mesela em ê nikaribin bibêjin çete, fîrmaya alîgir. Ê îja em ê bibêjin çi? Min 12'ê Adarê, 12'ê Îlonê û 28'ê Sibatê dîtine. Rewşa niha ji ya wan wextan xirabtir e. Ji lew re pîşeya me tê astengkirin. Ger ez rojnamevanekî çalak bûma, yanî min weşanek derxistana an jî edîtor bûma ez ê ji qehran bimirama." 
 
‘DIXWAZIN CIVAKEKE ÇAVTIRSANDÎ BIAFIRÎNIN'
 
Eryilmaz bi domdarî wiha got: "Dê heya ku biçin? Ez naxwazim bawer bikim ku ev desthilat ev qasî dîn bûye. Naxwazium bi gotina 'ez çi bibêjim dê ew be' bawer bikim. Çûyîn ew çûyîn e. Her wiha ev pêşnûma ji bo derî li hin tiştan bê vekirin jî tê çêkirin. Dixwazin civakeke çavtirsandî biafirînin. Hêdî hêdî çêdibe. Dixwazin girseyeke ku ji her tiştî ditirse biafirînin. Ev tiştekî pir talûke ye. Jixwe xweşikî televîzyonek an jî rojnameyek tune ye. Hemû di destên wan de ne." 
 
‘DEREWNÛÇE'
 
Eryilmaz li ser xala "derewnûçe" ya di pêşnûmayê de jî sekinî û got desthilat dê tiştên li gor xwe "derew" in hemûyan ceza bike. Eryilmaz ji bo vê got: "Tu dikarî her tiştî daxilî nava dewrenûçeyê bikî. Gava tu bibêjî 'Hûn mirovan ditirsînin. Hûn nûçeyên nerast li wan ferz dikin.' Ev bi xwe jî dê wekî 'derewnûçeyekê' bê hesibandin. Ji lew re dê rabe û bibêje, 'ez kesî natirsînim.' Wextekê peyva 'zemê' hatibû qedexekirin. Digotin, 'fiyet zêde bûne.' Em bi vê dikeniyan. Niha heman tişt diqewime. Tu yê nikaribî bibêjî rewşa enflasyonê çi ye. Tu yê nikaribî bibêjî zem, sînorê birçîbûnê." 
 
RÊYEK DIVÊ
 
Eryilmaz ku got "Li Tirkiyeyê ji zû de ye hiqûq ne di ser her tiştî re ye. Di bin fermana siyasetê de ye" bi lêv kir ku ger ev bê qebûlkirin dê rêyên rizgariyê bên peydakirin. Eryilmaz anî ziman ku divê rêyên berxwedanê û nîqaşê bên dîtin û ji xeynî vê tu xelasî tune ye û wiha got: "Çiqas muxalif hebin dê bi ser hemûyan de biçin. Dê bi tu awayî dengê muxalifan tehemul nekin." 
 
‘DIVÊ RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ DAKEVIN KUÇEYAN'
 
Eryilmaz destnîşan kir ku bi vî awayî dê mafê nûçewergirtinê yê civakê ji dest bê stendin û wiha pêde çû: "Dê derewê bikin zexîreya me. Dê hewl bidin mirovan bitepisînin. Bala we bikişînim, mirov êdî dest ji xwendina tiştên pir cidî jî berdane. Ji lew re bawer nakin. Baweriya wan derb xwariye." 
 
Eryilmaz diyar kir ku li dijî vê pêşnûmayê peywira herî sereke ew e ku rêxistinên çapemeniyê dakevin kuçeyan. Eryilmaz destnîşan kir ku meseleya sereke jî muxalefet e û got: "Muxalefet divê bi vê re eleqedar bibe, me bi rêxistin bike. Ew muxalefet kî be, divê bibêje 'ez, tu em ê karibin çi bikin.'" 
 
‘EM Ê BI HEV RE HEQ JÊ DERKEVIN'
 
Eryilmaz anî ziman ku muxalefet qels e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Jixwe muxalefet tune ye. Dixwazin nîqaşa bila cezayê darvekirinê bê bidin destpêkirin. Lê em ê bi hev re ji heq vî îşî derkevin. Wekî din tu rê tune ye. Mecbûr e ev pêk bê. Bi rastî jî ev di destê muxalefetê de ye. Siyaset dê vê yekê bike. Na, dibêjin me 'maseyeke nizam çawa çêkiriye.' De hadê. Wekî rojnamevanekî, welatiyekî daxwazên min hene." 
 
MA / Mehmet Aslan