Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye

  • rojane
  • 09:03 1 Tîrmeh 2022
  • |
WAN - Parêzer Sabahattîn Kaya ji bo cezayê ku li muwekîlê wî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya hatiye birîn destnîşan kir ku di dosyeyê de tu delîleke berbiçav tune ye û got, tenê îfadeyên "şahidên veşarî" esas hatine girtin. 
 
Di sala 2012'an de di çarçoveya "Doza Sereke ya KCK'ê ya Wanê" de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê berê Bekir Kaya jî di nav de derbarê 13 kesan de doz hatibû vekirin. Cezayê ku hatibû birîn di 23'yê hezîranê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê li Bekir Kaya, Cuneyet Canîş, Nezahat Erguneş, Halîs Çakir û MEtîn Adûgît 8 sal û 9 meh, li Mehmet Şîrîn Yildiz, Mûrat Dûrmaz, Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan, Mîhrîban Şah û Dervîş polat 7 sal û 6 meh û li Hacer Sarihanê jî 6 sal û 3 meh ceza birîbû. Her wiha Dadgeha Bilind 8 sal û 3 meh cezayê ku di Kanûna 2021'ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Bekir Kaya hatibû birîn jî erê kiribû. 
 
Parêzer Sabahattîn Kaya, têkildarî cezayê ku li muwekîlê wî Bekir Kaya hatiye birîn axivî. Kaya destnîşan kir ku di dosyeyê de ji xeynî îfadeyên "şahidên veşarî" tu tişt tune ye û got, dadger bi dayina vî cezayî re sûc kirine. 
 
 
Kaya destnîşan kir ku ne tenê Bekir Kaya, li vî welatî bi rêya daraza ketiye bin nîrê siyasetê li hemû kesên muxalifî desthilatê ceza tê birîn û got, pir aşkere ye ku meqamên darazê pir dûrî bêalîbûnê ne. Kaya wiha axivî: "Cezayên tên dayîn tu eleqeya wan bi hiqûqê û darzandineke adil re tune ye. Heyetên dadgehan ên di bin nîrê desthilatê de tên çêkirin bi salan ceza li siyasetmedaran dibirin. Lewma meriv dikare ji bo Kaya û hevalên wî bibêje 'rehîneyên siyasî' ne. Darizandina hat kirin ew qas formalîte ye ku tu dibêjî qey bi lîstikê dilîzin. Bawer nakim ku li tu dereke cîhanê tiştekî wiha hebe." 
 
Kaya bilêv kir ku ji dîrokê ve dewlet ji bo siyasetmedarên kurd bitepisîne û wan bi xwe ve girêbide saziyên darazê bi akr tîne û got, desthilata AKP'ê jî bi heman fikirê hereket dike.
 
‘ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN WEKÎ DELÎL HATIN HESIBANDIN'
 
Kaya destnîşan kir ku tu eleqeya cezayê ku li Bekir Kaya hatiye birîn bi darizandina adil re tune ye û û wiha got: "Bekir Kaya ji ber xebatên xwe yên di dema şaredariyê de hatiye darizandin. Ji ber endamê partiyeke siyasî bû, ji ber axaftinên xwe yên di mîtîngan de û axaftinên xwe yên bi gel re hat cezakirin. Ji xeynî vana di dosyeya Bekir Kaya de tu tiştek tune ye. Heyeta dadgehê dixwest hînb êtir ceza bide, lê di dest wan de delîleke ku ceza bibirin tune bû. Ji ber vê îfadeyên şahidên veşarî xistin dewrê. Ew şahidên veşarî kî ne, çi karî dikin kes nizane. Tu tiştekî şahidên veşarî ne rast e. Sirf ji bo ceza bê dayîn dadgehek hat sêwirandin. Kesên van îfadeyên veşarî didin xebatkarên taybet ên dewletê ne." 
 
'DADGER SÛC DIKIN'
 
Kaya diyar kir ku dadgerên ku ji bo ceza li siyasetmedarên krud bibirin bi hev re berebaziyê dikin bi dayina cezayan re sûc dikin. Kaya anî ziman ku di pêş de dê ev daraz li ber dadgerên rasteqîn hesab bidin û got: "Lewre bi îfadeyên şahidên veşarî cezabirîn nîşaneya herî rezîl, herî genî û herî qirêj a pratîka daraza vî welatî nîşan dide. Yanî hesabê 'keviran bi ser yekî de gêr bikin' bi xwe ye. Mesela di dosyeya Bekir Kaya de şahidê nepen dibêje, 'pere ji rêxistinê re şandiye.' Çawa şandiye? Pereyê ji şaredariyê re tê diyar e û wê demê maliyeya şaredariyê tê vekolandin, lê di warê pereyan de tu windabûyînek tune ye. Dadgeh pereyê tam ê di qaseya şaredariyê de esas nagire, lê radibe îfadeya şahidê nepen esas digire. Heya niha di vî warî de delîlek, belgeyek jî nehatiye pêşkeşkirin. Helbet delîlên rasteqîn li hesabên heyeta dadgehê nayên. Daraz bi vî awayî sûc dikin." 
 
MA / Hakan Yalçin