Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin

  • rojane
  • 23:03 30 Hezîran 2022
  • |
img
 
ÎZMÎR - Ji danê sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Suphî Orhan nayê girtin. Orhan, danê sibehê hevalekî xwe biriye Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê û ji wê demê heya niha xeber jê nayê girtin. 
 
Sînemagerê kurd Suphî Orhan îro serê sibehê saet di heşt û nîvan de hevalekî xwe yê muzîkjen biriye Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê. Orhan, li rawestgeha balafirgehê ya ÎZBAN'ê xatir ji hevalê xwe xwestiye û ji wir çûye. Lê ji wê çaxê heya niha xeber ji Orhan nayê girtin. Malbata Orhan ji Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê û navçeyê pirsiye bê ka Orhan hatiye binçavkirin yan na. Lê belê midûriyeta polîsan ji malbatê re gotiye kesekî bi vî navî nehatiye binçavkirin.
 
Malbata Orhan dê bi rêya parêzerên xwe ji bo windabûnê serlêdanê bike.