Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin

  • rojane
  • 16:39 30 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Danişîna doza parêzerên ku li dijî Komkujiya Cizîrê daketibûn kolanan hate taloqkirin. 
 
Di dema qedexeya derketina kolanan a di sala 2015’an a li Cizîra Şirnexê de komkujî hatibû kirin. Li ser vê yekê jî parêzeran li dijî vê komkujiyê li Edliyeya Stenbolê çalakî li dar xistin. Ji ber vê çalakiyê derheqê 19 parêzeran de bi îdiayên “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 27’emîn danişîna dozê îro li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Di danişînê de yek ji parêzerên tên darizandin Mehmet Emîn Erdem û gelek parêzerên din amade bûn. 
 
Parêzer Can Atalay hem ji Doza Geziyê û hem jî ji vê dozê tê darizandin. Parêzerê Atalay, Evren Îşler xwest ku miwekîlê wî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bibe. Lê dadgehê ev daxwaz weke “windakirina dem” nirxand. Li ser berteka Îşler jî dadgehê ev daxwaz qebûl kir. 
 
Atalay, ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û xwest ku dozger ji bo vê rûniştinê mutalaaya xwe bixwîne. Lê li şûna dozger, serokê dadgehê mutalaa xwend. Di mutalaayê de hat xwestin ku bila bê lêkolînkirin bê ka derheqê parêzeran de lêkolîn an jî lêpirsîneke bi heman rengî heye yan na û heke hebe jî bila dosyayan bikin yek.  Li ser vê yekê jî parêzer Îşler diyar kir ku daxwazên di mutalaayê de bêwate ne. 
 
Herî dawî jî dadgehê daxwazên dozgeriyê qebûl kir û danişîn taloqî 27’ê cotmehê kir.