Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin

  • rojane
  • 16:33 30 Hezîran 2022
  • |
AMED - Rojnamevan Abdurrahman Gok ê ku dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê lê birî, anî ziman ku ev biryara cezabirînê nabe sedema ku ew ê dest ji rojnamevaniya azad berde û got: "Em ê mîlimek jî ji rojnamevaniya azad paşve gav neavêjin."
 
Rojnamevan Abeurrahman Gok ji ber ku wêneyên kêliya kuştina Kemal Kurkut di Newroza 2017'an a Amedê de girtibû, dihat darizandin. Dadgeha Amedê di danişîna biryara dozê de bi îdiaya ku Gok "propaganda rêxistinê" kiriye cezayê salek û 6 meh û 22 roj lê birî û ji "endamtiya rêxistinê" jî biryara beraetê da. 
 
Rojnamevan Abdurahman Gok ku ji avahiya dadgehê derket û hat ber derî derbarê cezayê lê hatiye birîn de axivî. 
 ‘DI NAV DOZE DE DOZ VEKIRIN’
 
Abdurrahman Gok bi bîr xist ku di sala 2018’an de hatibû binçavkirin û piştî binçavkirine hatibû berdan û 2 sal şûnve jî di derheqe wî de îdaaname hatibû amadekirin. Gok bi lêv kir di îdeaname de dozger derheqe wî de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê" 22 sal û nîv ceza jê re xwestibû û wiha got: “Di parastin û lêpirsînan de wan jî dît ku nikarin bi endamtiyê min ceza bikin ji ber we jî di nav dozê de dozek din hat vekirin. Gotin ku ‘ew wêne me nedîtine, di nav dosyayê de mane’ û di derheqe wan wêneyên de doza propaganda yê hat vekirin. Di danîşîna herî dawî de jî min dît ku wênyên ku vê paşiyê xistine nav dosyayê de ceza li min birîn." 
 
 ‘PAŞTA GAV NAVEJIN’
 
Gok diyar kir ku dadgehê derheqê "endamtiya rêxistinê" de biryara beraetê daye û ji “propagandaya rêxistinê” jî salek û 6 meh û 22 roj ceza da û ew ceza taloq jî nekir. Gok anî ziman ku tiştên wî kiriyê xebatên rojnamevaniyê ne û got: “Me daxwaziya taloqkirina cezayê li min hat birîn nekir. Heke me xwestekek wiha bikira dihat maneya erêkirina biryarê. Tiştên ku min kirine rojnamevanî ye û ez jî bi wê rojnamevaniyê serbilind im. Niha ew dosye wê bişînin îstînafê. Piştî wê jî ji me re rêya dadgeha bilind vekirîye. Lê ev biryar nabe sedema ku ez ê dest ji rojnamevaniyê berdim. Em ê mîlimek jî tawîz ji rojnamevaniya azad ve nedin û paşve gav neavêjin."