Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome

  • rojane
  • 17:40 19 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Qedexeyên ji ber operasyona eskerî ya li Çiyayê Cûdiyê hatibûn ragihandin 8 roj in didomin. 
 
Operasyona li Çiyayê Cûdiyê didome. Di 30'yê Nîsanê de li Çiyayê Cûdiyê di şer de 8 esker miribûn. Piştî mirina eskeran operasyon berbelavtir bûbû û di çarçoveya operasyonê de ketin û derketina hin gundan hatibû qedexekirin. Qedexeya li ser gundê Avgamasya, Serêdhelê û Şilwêtê yên li quntara Çiyayê Cûdiyê ji 11'ê Gulanê ve didome.
 
Hat diyarkirin ku leşker devê gund sekinîne û ji ber gundî nikarin ji gundên xwe derkevin û yên derketine jî nikarin bên gundên xwe.