Polisan 12 HDP'î binçav kirin

  • rojane
  • 15:41 19 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Polisan, li Amed, Riha û Mêrdînê bi ser malan de girtin û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî di nav de 12 kes binçav kirin. 
  
Li Amed, Riha û Mêrdînê, polisa bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn. Di encama lêgerînên ku li malan de kir de polisan endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî di nav de 12 kes binçav kirin.
 
Kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Endamên Meclîsa Partiyê (PM) ya HDP'ê Halîde Turkoglu û Çekdar Bûdak û Rêvebera Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Emîne Aksoy, endamên Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP'ê Sevîm Akdag û Zelîha Kocaman Û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal, Metîn Yilmaz, Berîtan Yaşar, Hamza Agirman, Esengul Kiliç, Nûrûllah Ozgun, Mustafa Kûrt.
 
Hat zanîn ku polisan kesên binçav kirine birine Miduriyeta Polîsan a Amedê û derbarê wan de biryara binçavkirinê ya 4 rojan hatiye dayîn.