Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê

  • rojane
  • 12:52 19 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê dengbêj Xalîde jî di nav de ji 25 kesên hatibûn binçavkirin, kesek hat berdan. Tê payîn binçavkiriyan bibin edliyê.
 
Di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi rê ve dibe de di 12’ê gulanê de li Stenbol, Amed, Sêrt û Erzînganê herî kêm 25 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî li Qereqola Leşkeriyê ya Bajêr a li Maslakê dihatin ragirtin. Piştî 4 rojan binçavkiriyan birin Dadgeha Çaglayanê. Dozgeriyê 4 roj dema binçavkirina wan dirêj kir û şûnve şand. 
 
DOZGER LI QEREQOLÊ ÎFADE GIRT 
 
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dengbêj Xalîde jî di nav de karûbarên 25 kesan ên li leşkeriyê duh temam bû. Hat zanîn ku 25 kes bi hêcetên parvekirinên medya dîjîtal û qeydên tapeyan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” hatine binçavkirin. Dozger jî çû qereqolê û îfadeyan girt. 
 
DÊ BINÇAVKIRIYAN BIBIN DADGEHÊ 
 
Piştî îfadeya dozgeriyê ji binçavkiriyan Semra Yildiz hat berdan. Tê payîn binçavkirî ji bo îfade bidin dadger, bibin Dadgeha Çaglayana Stenbolê.