Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt

  • rojane
  • 12:17 19 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Jina bi navê Yelîz Kalkan ji aliyê polîsê teqawîtbûyî Hudaverdî Ocal ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn ve hat kuştin. 
 
Duh di saetên êvarê de li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê, polîsê teqawîtbûyî Hudaverdî Ocal ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn, êrişeke çekdarî li dijî jina bi navê Yelîz Kalkan pêk anî. Di encama êrişê de Kalkan giran birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Rexmî hemû mudaxaleya Kalkan nehat xelaskirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Piştre hat hînbûn ku kujer Ocal xwe jî kuştiye. 
 
Hat hînbûn ku Ocal û Yelîz hevjînê hev bûne û beriya demekê dev ji hev berdane.  
 
Kalkan, di meha nîsanê giliya kujer Ocal kiribû û ji bo 30 derbarê Ocal de biryara dûrxistinê hatibû dayîn.