Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin

  • rojane
  • 13:42 20 Çile 2022
  • |
img
AMED - Danişîna doza derbarê Hevaşredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin de hatibû vekirin, hat taloqkirin. 
 
Hevşaredara Navçeya Farqîna Amedê Naşîde Toprak ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Derbarê Toprak de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna 6’emîn a doza Toprak li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Toprak beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Bûrhan Arta amade bû. 
 
Serokê dadgehê belge û agahiyên li dosyeya dozê hatine bakirin parve kir û di doza jimara esasa wê 2022/5 derbarê Toprak de biryar dane ku ew dosye bi dosyeya niha re bibe yek. Parêzer Burhan Arta Têkildarî biryara dosyeyan ku bûne yek de axivî û xwest kêmasiyên hene werin temamkirin. 
 
Dozger diyar kir ku tu gotinek wî ji belgeyên hatine xwendin re nîne û xwest biryara tespîta parastina Toprak a derbarê dosyeyê ku kirine yek de were kirin. 
 
Dadgehê xwest li benda bersiva muzakereya ku ji dosyeya lêpirsînê ya jimara 2018/72623’an ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye nivîsandin were sekinandin, biryara dozvenekirinê ya li ser lêpirsîna jimara 2018/64872’yan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Toprak de hatiye birêvebirin were rakirin û heke dozname were amadekirin jî heke bibe yek divê ji dadgehê re were şandin. 
 
Dadgehê danişînek din jî taloqî 17’ê gulanê kir.