Derbarê Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan de doza ‘Garê’ hat vekirin

  • rojane
  • 13:19 20 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Derbarê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan de bi sedema gotinên “Operasyona Garê, tecrîda Îmraliyê, bipêkirinên mafan ên li girtîgehan” bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” doz hat vekirin. 

Derbarê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan de ji ber xebatên wî yên parêzvaniya mafê mirovan doz hat vekirin. Bi hêcetên ku Turkdogan gotinên wek “Operasyona Garê, tecrîda Îmraliyê, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan” bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” doz lê hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînê temam kiriye û îdianameya amade kiriye şandiye 19’emîn Dadgeha Cezayê Girana Enqereyê. Dadgehê jî îdianameyê qebûl kiriye. 
 
Li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ji bo vekirina doza li Turkdogan civîna çapemeniyê hat lidarxistin. 
 
BANGA BEŞDARIYA DOZÊ KIR 
 
Gele parêzvanên mafê mirovan beşdarî civînê bûn. Ewilî Serokê Akademiya Mafên Mirovan a ÎHD’ê Husnu Ondul axivî û got ew niha vegeriyane pêvajoya salên 90’î û di wan salan de bi pêkanînên wiha xerab re diman. Ondul anî ziman ku doza derbarê hevserokê wan Turkdogan de hatiye vekirin wê di 22’ê sibatê de were lidarxistin û gazî parêzvanên mafê mirovan û siyasetmedaran kir ku beşdarî dozê bibin û piştevaniya xwe li dijî dozê nîşan bidin. 
 
WÊ BI PAŞVE BAVÊ NEAVÊJE 
 
Ozturk Turkdogan jî axivî û destnîşan kir ku doza lê hatiye vekirin amûrek antî demokratîk a dewletê û darazê ye û ev amûr her car xwe li dijî siyasetmedaran û parêzvanên mafê mirovan dubare dike. Turkdogan da zanîn ku wê dozên bi vî rengî nikaribin bi wî û têkoşîna ÎHD’ê paş de gavê bidin avêtin. 
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’ 
 
Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Yûsûf Alataş jî destnîşan kir ku wê dozên wiha bêhiqûqî nikaribin serê wan bitewîne û di şer şert û mercî de wê mafê mirovan û ramanên xwe biparêzin.