DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!

  • rojane
  • 11:10 20 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Xebatkarên DEDAŞ'ê ji bo qutbûnên ceyranê ên li Şirnexê û navçeyên wê pêk tên, di dema xwe de mudaxile nakin lê leşker ji bo qutbûnên ceyranên qereqol û baregehên leşkerî wan bi helîkopteran dibin û tînin. 

 
Li Şirnex û navçeyên wê  bi hatina zivistanê û şilî û berfê re qutbûnên ceyranê jî zêde bûn. Xebatkarên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo qutbûnên li navçe û gundên Cizîr, Silopiya, Basa û Hezexê bi hinceta "tîmên me kêm in" dereng dimînin lê dema ku mijar dibe qutbûnên li qereqol û baregehên leşkerî bi lez û bez diçin mudaxile dikin û ceyrana wan çêdikin. 
 
LEŞKER DEDAŞ'Ê BI HELÎKOPTÊRAN DIBE Û TÎNE
 
Di dîmenên hatin ber destan de şef û tîmên DEDAŞ'ê, bi helîkoptera leşkerî, diçin Baregeha Leşkerî ya Herêma Kerkûkê ya li Çiyayê Katoyê ya Bêşebabê û mudaxileyî dikin û ceyrana wan çêdikin. Hat zanîn ku tîma DEDAŞ'ê li çiyayê ku her çar aliyê wê berfê lê bariyaye, derdikeve ser trafoyan û ceyrana çûye çêdikin.