Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin

  • rojane
  • 10:11 20 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê daxuyaniyên Erdogan ên Îmraliyê de ev tişt got: "Hûn ji ku ve peyamên Birêz Ocalan ku bi salan e di tecrîdê de digirin dizanin? Wê demê tecrîdê rakin, em tev bi hev re hîn bibin ku wê Ocalan çi bibêje."

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di 12'ê çileyê de di komcîvina partiya xwe de bi qesta Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Îmraliyê girtî ev daxuyanî dabû: "Wê yê li Edîrneyê hesabê herî mezin bide yê li Îmraliyê." Piştî vê Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê twîtterê bersiv dabû Erdogan û ev tişt gotibû: "Siyasetmedar hesab didin gel, partiya xwe, parlamento, daraza serbixwe, Tu dev ji fikarên ji bo min berde û hesabê ku tu yê bidî bifikire."
 
'TU MENEYA VAN GOTINAN TUNE YE'
 
Selahattîn Demîrtaş, têkildarî heman mijarê îro ji Rojnameya Yenî Yaşamê Yûsûf Ozdemîr re axiviye. Demîrtaş, diyar kiriye ku Erdogan bi niyeta xerab daxuyanî daye û wiha gotiye: "Dema ku li helwesta Erdogan a dema Pêvajoya Çareseriyê û tevgerên hemû kurdan bê nêrîn dê bê dîtin ku ev daxuyanî bi nîyeteke xerab e. Armanceke din jî tevlîhevkirina serê kurdan e. Ev jî şaş e û tu bersiva vê tune ye. Ji hêla me ve tu meneya van gotin tewş tune ye. Divê kes ji van gotinan bawer neke û micid negire. Vîneke me rêveberên HDP'ê heye. Ji ber ku em destûr nadin vê vîna me tune bê hesibandin 5 sal in di girtîgehê de me."
 
'TECRÎD RAKIN'
 
Demîrtaş, bal kişandiye tecrîda li er Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalanjî û ev tişt gotiye: "Di esasê tişta ku divê derbarê gotinên Erdogan de bê pirsîn ev e: Hûn ji ku ve peyamên Birêz Ocalan ku bi salan e di tecrîdê de digirin dizanin? Wê demê tecrîdê rakin, bila bi rêk û pêk bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne, em tev bi hev re hîn bibin ku wê Ocalan çi bibêje. Hem pêkanîna tecrîdeke giran hem jî weke Serokkomar li ser navê Ocalan axaftin ne helwesteke sincî ye. Bi awayekî şênber nayê zanîn ku bi Ocalan re hevdîtin tê kirin. Tişta ku tê zanîn bi salan e tecrîdeke kûr tê domandin. Wê hevdîtin bibe nebe, heke bibe wê naverok çi be, şansê min ê hînkirinê tune ye. Vê derbarê de ne xwedî tu agahî me. Weke prensîb em ê piştgiriya her hewldana ji dil bikin. Divê kes li dijî hewldaneke wiha dernekeve. Kê naxwaze şer û mirin bi dawî bibin? Herî zêde jî em dixwazin xwîna ku dirêje bisekine. Bi salan e ez û hevalên xwe bedêla xwestina aştiyê didin. Li gorî divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Lewre heta ku Ocalan nekeve dewrê sernavên ku nikarin bên çareserkirin hene. Weke ku beriya min û HDP'ê diyar kiribû navnîşana hevdîtinan meclis e û muxatab jî HDP ye. Jixwe Ocalan jî beriya niha vê destnîşamn kiribû."
 
HESABÊ HILBIJARTINÊ
 
Di berdewamê de Demîrtaş destnîşan kiriye ku Erdogan bi hesabê hilbijartinê daxuyanî daye û ev nirxandin kiriye: "Heke niyeteke Erdogan a hevdîtina li Îmraliyê hebe jî divê di destpêkê de vê li ser gotineke hevrûkirinê ya erzan ava neke. Ev bi talûke ye. Li vir niyet ne sekinandina xwînê ye, mîna nêrineke ji bo hesabekî erzan ê hilbijartinê xwanê dike. Ev di hişê herkesî de derbas dibe. Bêguman tişta ku bike rêveberiya HDP'ê dizane. Weke beriya niha ji niha şûn ve em ê bi rojeva xwe re mijûl bibin û berdewam bikin."