Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!

  • rojane
  • 09:58 20 Çile 2022
  • |
img
AMED - Dadgehê 10 sal ceza li Hevşaredara Dersimê ya berê Nûrhayat Altûn birî. Ji ber Altûn di hevdîtina telefonê de gotiye “he” û beşdariya wê ya çalakî û şahiyan kirin hêceta birîna ceza. 
 
Hevşaredara Dersimê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Nûrhayat Altûn ku di sala 2019’an de ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Altûn girtî dihat darizandin. Dadgeha Edliyê ya Herêma Erziromê cezayê li Altûn hatibû birîn, xera kiribû û doza wê ji nûve dihat lidarxistin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal ceza li Altûn birî. Dadgehê hêceta biryara xwe ku ceza biriye eşkere kir. 
 
Di biryarê de hûrguliyên balkêş cih digirin. Di biryarê de 24 daxuyaniyên ku Altûn beşdar bûye, xebatên Kongreya Civaka Demokratî (KCD), mesajên SMS’ê û beşdariya cenaze û bîranînan ji bo hukmê esas hatiye girtin. 
 
GOTINTA ‘HE’ JÎ KIRINE SÛC!
 
Di biryarê de a balkêş jî ew e ku ji ber Altûn di hevdîtinek telefonê de gotiye “he” wek “endamtiya rêxistinê” hatiye hesibandin. Beşdariya Altûn çalakî û şahiyên jinan, roja pîrozkirina zimanê kurdî, li darxistina Festîvala Mûnzûrê û gelek daxuyaniyên jî kirine hêceta birîna ceza. Di hêcetê de ji pêşengên tevgera ciwanên 68’an Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan jî wek “endamên rêxistinê” hatine qebûlkirin. Altûn beşdarî bîranîna van her sê şoreşgeran bûye.