Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir

  • rojane
  • 13:39 22 Cotmeh 2021
  • |
img

RIHA - Di Doza Komkujiya Pirsûsê de parêzeran xwest dosyeya Azzo Halaf Suleyman el Aggal ê endamê DAIŞ’ê bi vê dosyeyê re bikin yek. Dadgehê daxwaz red kir. 

Rûniştina 21’emîn a Doza Komkujiya Pirsûsê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê li Kampûsa Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T berdewam dike. 
 
Di rûniştina dozê de parêzeran xwest dosyeya Azzo Halaf Suleyman el Aggal ê endamê DAIŞ’ê ku navê wî di temînkirina teqemeniyê de derbas dibe bi vê dosyeyê re bikin yek. 
 
Şandeya dadgehê bi piraniya dengan daxwaza parêzeran ku bila dosye bibe yek red kir. 
 
‘HÛN NE SERBIXWE NE’ 
 
Ji parêzerên dozê Sezîn Ûçar bertek nîşanî biryara redkirina daxwazê da. Serokê dadgehê xwest axaftina Uçar asteng bike. Uçar tevî astengiyê jî axivî û destnîşan kir ku daraz ne serbixwe ye û lewma dosyeya El Aggal bi dosyeyê re nakin yek. 
 
Parêzeran xwest cenirmeyên li eywana rûniştina dozê hatine bicihkirin werin derxistin, dadgehê daxwaza parêzeran red kir. 
 
Piştî parastina parêzeran malbatên qurbaniyan axivîn û xwestin ku kujer derkevin holê û werin cezakirin. Malbatan gotin ew kujeran dixwazin û dê nehêlin ser dozê were girtin. 
 
Şandeya dadgehê ji bo bêhnvedana nîvro navber da danişînê.