Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir

  • rojane
  • 11:29 22 Cotmeh 2021
  • |
img

RIHA - Rûniştina biryarê ya Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir. Beriya rûniştina dozê malbat û birîndarên komkujiyê daxuyanî dan û peyama wê ser dozê neyê girtin dan.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20’ê Tîrmeha 2015’an de wê ji zarokên Kobanê re pêleyîstok bibirina. DAIŞ’ê li ber Navenda Çandê ya Amara li dijî ciwanan êrişa bombeyî pêk anî û 33 ciwan canê xwe ji dest dabûn. Doza derbarê komkujiyê de berdewam dike. Rûniştina 21’emîn a Doza Pirsûsê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê li Kampûsa Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T tê lidarxistin, dest pê kir. 
 
Malbatên qurbaniyan, birîndarên komkujiyê, parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Murat Çepni, Nuran Îmîr, Hevserokê Giştî yê OHD’ê parêzer Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, endamên SGDF’ê û bi sedan kes dozê dişopînin. 
 
'WÊ XEYAL NÎVCO NEMÎNIN’
 
Beşdaran beriya rûniştina dozê li ber kampûsa girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenter Ayşe Surucu destnîşan kir ku darizandinek adilane pêk nayê û got: “Malbat beriya her rûniştina dozê hatin astengkirin û bi zextan re rûbirû man. Heta kujerên 33 qurbaniyan derkevin holê em ê pêşiya vê dozê bernedin. Heke pêşî li komkujiya Pirsûsê bihata girtin, wê komkujiya Enqereyê nebûya. Ronîkirina vê dozê tê wateya ronîkirina dozên din. Heta dawiyê em ê li pey vê dozê bin. Wê tu xeyal nîvco nemînin. Em ê her bêjin edalet.” 
 
Pişt re birîndarên komkujiyê û malbat axivîn û daxwaza edaletê dubare kirin û destnîşan kirin ku wê ser dozê neyê girtin. Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû. 
 
Piştî daxuyaniyê gelek kes ji bo beşdarî dozê bibe heta eywana dozê meşiyan. 
 
Eywana rûniştina dozê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Bersûcê dozê û endamê DAIŞ’ê Yakûp Şahîn ku heta îro neanîne eywana dadgehê wê ji girtîgeha lê girtî bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bibe. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyan  dest pê kir û didome.