Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome

  • rojane
  • 11:23 22 Cotmeh 2021
  • |
img
WAN - Çalakiya şermezarkirinê ya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ku têkildarî bihabûna xwarin û wargehê dabûn destpêkirin didome. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) ji bo şermezarkirina bilindbûna buhayê xwarin û wargehan, çalakiyên xwe yên beriya 4 rojan dabûn destpêkirin dewam dikin. Duh bi şev xwendekarên ji wargehan derketin, bihabûn şermezar kirin. Ji ber ku çalakiyên protestoyî yên xwendekarên ku ji aliyê hêzên ewlehiyî ve hatibûn astengkirin berdewam kir, gelek polîs ketin kampusê. 
 
Xwendekaran her tim dirûşmeyên “Rektor Were Vir” , “Rektor Raneze” berz kirin. Piştî ku çalakiya xwendekaran saetekê dom kir, xwendekar vegerîn wargehan.