Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin

  • rojane
  • 11:16 22 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne wiha got: “Dayikên ku li Tirkiyeyê serî li ber zilmê netewînin, wê edaletê ji nû ve bînin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 228’emîn de didome. Malbat li “Quncê Edaletê yê Malbata  Şenyaşar” ê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Edaleta ku her kes li bendê bû wê li Rihayê ji dayik bibe! Wê tevahiya Tirkiyeyê ronî bike. Dayikên ku li Tirkiyeyê li dijî zilmê serî natewînin, wê edaletê ji nû ve bînin.”