10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye

  • rojane
  • 09:02 22 Cotmeh 2021
  • |
img

WAN - 10 sal di ser erdheja Wanê re derbas bûn. Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Şaxa Wanê Firat Dûrmaz, anî ziman ku ders ji erdhejê nehatiye girtin û bajar ji bo erdhejên gengaz ne amade ye. 

10 sal di ser erdheja Wanê re derbas bûn, lê hê jî birînên wê nehatine cebirandin. Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Şaxa Wanê Firat Dûrmaz, anî ziman ku hê jî ders ji erdhejê nehatiye girtin. 
 
Di 23'yê Cotmeha 2011'an de li Wanê bi pileya 7.2'yan erdhejek çêbûbû û di erdhejê de 604 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 4 hezar kes birîndar bûbûn û 2 hezar û 262 xanî, kargeh û avahî wêran bûbûn. 
 
‘WAN, JI BO ERDHEJÊ NE AMADE YE'
 
Dûrmaz, destnîşan kir ku divê ji erdheja berê ders bê derxistin. Dûrmaz, diyar kir ku 10 sal derbas bûne, lê hê jî têkildarî vê lêpirsîneke cidî nehatiye kirin. Dûrmaz got: "Tirkîye di warê erdhejê de di polê de maye. Tenê gava erdhej çêdibin an jî di salvegerên erdhejê de, erdhej tên bîra me. Di vî warî de saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl peywira xwe naynin cî. Wan ji bo erdhejeke gengaz ne amade ye, ji lew re tevdîr nehatine girtin. Piştî erdhejê hat tespîtkirin ku 12 hezar avahî zêde xisar dîtine. 10 sal derbas bûye lê hê jî ev avahî nehatine xerakirin. A rast divê demildest ev avahî bên xerakirin. Ji bo vê xebatek nehat kirin, lewma ev xetereyeke mezin e." 
 
‘LI HERÊMÊN XETERE AVAHÎ TÊN ÇÊKIRIN'
 
Dûrmaz, da zanîn ku wekî her derî li Wanê jî deverên zemîna wan xetere hene û got: "Helbet mirov dikarin li van derana avahiyan çêbikin, lê divê li gor hin pîvanan bên çêkirin. Heger zemîn ne pir guncav be, wê demê dê metodên cuda têkevin dewrê, dê zemîn bê zeximkirin û paşê dê pêşî li ber îmarê bê vekirin. Li Wanê jî li gelek deverên bixetere avahî tên çêkirin. Lê mixabin di vî warî de tevdîrine baş nehatine girtin. Em vê dibînin û lêkolîn dikin. Li van herêman divê zeximkirina zemînê bê şopandin û li cihên zemîn nehatibe zeximkirin jî divê pêşî li ber çêkirina avahiyan bê girtin." 
 
Dûrmaz, bibîr xist ku gava erdhejek çêbibe li Wanê cihên ku mirov lê kom bibin jî pir kêm in û deverên wekî cihê kombûnê hatine diyarkirin jî wekî otopark, bazarên semtê û dikan tên bikaranîn.