ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN

  • rojane
  • 09:00 22 Cotmeh 2021
  • |
img

* Keleha Kolikê ya Kevn ku ji hêla Mîrnişîniya Kommegeneyê ve hatiye avakirin, 16 sal in bi hinceta restorasyonê kes nikare serdana wê bike. 

* Ji ber nelihevkirina "maliyetê" ya di navbera DSÎ û Şaredariya Heskîfê de, nêzî 6 meh in ava bermayî ya Heskîfê diherike pengava bendavê. 
 
* 10 sal di ser erdheja Wanê re derbas bûn. Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Şaxa Wanê Firat Dûrmaz, anî ziman ku ders ji erdhejê nehatiye girtin û bajar ji bo erdhejên gengaz ne amade ye. 
 
* Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku dê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî serî li AYM û DMME'yê bide û xwest rojek berî rojekê muwekîlê wî bê berdan.
 
* Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci, anî ziman ku li şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin karker bi mobbîng, tahde û gefxwarinê re rû bi rû dimînin û got: "Endamên me bi hincetên bêbinî tên îxrackirin." 
 
* Hiqûqnasan diyar kirin ku girtiyên cezayên wan qediyane bi hincetên kêfî nayên berdan û gotin: "Heyfê ji girtiyên siyasî distînin." 
 
* Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, anî ziman ku di dozên îstismarkirina zarokan de daraz kiryarên ku peywirdarên dewletê ne diparêze û got: "Gava kesê sûc kiribe karmendekî dewletê be, dadgeh ji dêvla ku wî bidarizîne, wî helal dike." 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 227'emîn de berdewam bike. 
 
* Rûniştina 21'emîn a Doza Komkujiya Pirsûsê wê li Kampûsa Girtîgeha Hîlwanê were lidarxistin. (09.00)
 
* Rûniştina 5'emîn a Doza Kobanê wê di roja 4'emîn de li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam bike. (10.00)
 
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran wê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Şandeya HDP'ê wê bi serokatiya Hevserok Mîthat Sancar di çarçoveya hevdîtinên budçeyê de serdana Konfedarasyona Astengdarên Tirkiyê ku li Enqereyê bike. (13.00)
 
* Rêxistinên jinan wê li Stenbol, Edene û Mêrsînê cezakirina Ayşe Gokkan protesto bikin. (13.00-19.00)
 
* Di Festîvala Şano û Zarokan a ji aliyê Şaredariya Silopiy ve tê lidarxistin de wê li taxa Dîcleyê kargeha zarokan were lidarxistin. (16.00)