HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir

  • rojane
  • 18:12 19 Cotmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li Botanê kampanyaya HDP'ê ya "Dem dema azadiyê ye" bênavber didome. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Botanê lez dan xebatên xwe. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Elkê di çarçoveya kampanyaya "Dema dema azadiyê ye" bi tevlîbûna Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz, Hevserokên HDP'a Şirnexê Sabuha Akdag û Sebahattîn Denîz, endamên TJA'yê û endamên rêxistinê li gundên Gelejêr, Çeman, Kespîyanîş, Bîşî, Çemêheskê û Zerbelê gel ziyaret kirin. 
 
'EM LI HER DERÊ NE'
 
Li gundê Çemêheskê parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin û got: "Em di her şert û mercan de têkoşîna xwe bidomînin. Dibe ku îro li ser partiya me doza girtinê vekiribin, lê em HDP'yî ne û li her derê ne. Bi vê kampanyayê em dixwazin ku gilî û pirsgirîkên gelê xwe guhdar bikin û di demên pêş de li gorî wê gavina biavêjin."
 
Piştî axiftinan şandeya HDP'ê derbasî gundên din bû