Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin

  • rojane
  • 15:51 19 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Dayika girtiya nexweş Ayşe Ozdogan, Fatmana Karakuzu ku xwest ji bo keça xwe daxuyanî bide hat binçavkirin. 
 
Ayşe Ozdogan a bi nexweşîna penceşêrê re rûbirû maye û 9 sal û 4 meh cezayê hepsê lê hatiye birîn, beriya niha bi hêceta ku rêveberiya wargehek Cemaeta Gulen kiriye, hatibû girtin. Dayika Ozdogan, Fatmana Karakuzu ya 72 salî ku ew jî tedawiya nexweşîna penceşêrê dibîne, xwest ji bo keça xwe çalakiya rûniştinê li dar bixe û daxuyanî bide. Polîsan, Fatmana Karakuzu binçav kir û birin qereqolê. Hat zanîn ku Melek Çetînkaya jî bi Karakuzu re hatiye hatiye binçavkirin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu nûçeya binçavkirinêr agihand û bertek nîşanî binçavkirinê da.