Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL

  • rojane
  • 14:43 19 Cotmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, mûçeyê xwe ji sedî 14 zem kir û derxist 100 hezar TL'yî. 
 
Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, li ser hesabê xwe yê twîtterê derbarê mûçeyê Erdogan de agahiyên balkêş parve kir. Ozel, diyar kir ku heke pêşniyarqanûna budçeyê ya bi îmzeya Erdogan bê qebûlkirin wê mûçeyê Erdogan di sala 2022'an de ji 88 hezar TL'yî derkeve 100 hezar TL'yî. 
 
Ozel, ev parvekirin kir:
 
"Li gorî pêşniyarnameya budçeyê ya pêşkêşî meclisê hatiye kirin Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 14,4'an mûçeyê xwe zêde kiriye û derxistiye 100 hezar TL'yî.
 
Zêdebûna mehane 4,5 bi qasî heqdesta asgarî ye!
 
Ev zilamê tekane ji bo karmend, karker, teqawidan destgirtî ye, ji xwe re camêr e!
 
Pompê qesrê ji bo welatiyan bêzarî ye!"
 
Ji qesrê re şatafat ji welatiyan re jî xizanî dikeve!"