Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin

  • rojane
  • 13:31 19 Cotmeh 2021
  • |
img
WAN - Danişîna doza Lutfullah Tacîk ê li Navenda Paşve Şandinê, di encama tundiya polîs de jiyana xwe ji dest da hat dîtin. Polîsê bersûc S.O. beşdarî danişînê nebû. 
 
Lutfullah Tacîk ê 17 salî di 27’ê Gulana 2014’an de li Navenda Paşve Şandinê (GGM) ji aliyê polîs S.O. ve bi lêdanê hatibû qetilkirin. Danişîna 23’yemîn a doza têkildarî qetilkirina Tacîk hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Endamên Komîsyona Koç û Penaberiyê ya Baroya Wanê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Penaberan re (Multecî-Der), Rêxistina Efûyê û Tora Hiqûqnasan a li Qada Zarokan Dixebite (ÇAÇAV) beşdarî danişînê bûn. Polîsê bersûc S.O. beşdarî danişînê nebûn. 
 
DAXWAZA LÊKOLÎNKIRINA BÛYERÊ
 
Parêzerên di danişînê de axivîn, xwestin ku bûyer bi awayekî kûrtir were lêkolînkirin, penaberên roja bûyerê li cem Tacîk bûn bên guhdarkirin û mirina Tacîk a piştî birîndarbûnê were lêkolînkirin. Dozger jî diyar kir ku ji ber nû hatiye tayînkirin têkildarî dosyayê lêkolîna pêwîst nekiriye û wê di danişîna pêş de mutaalaya xwe pêşkeş bike. 
 
Piştre şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo guhdarîkirina zarokên Afgan ên bûne şahidê bûyerê navnîşanên wan bên xwestin, qebûl kir û daxwazên din red kir. Dadgehê danişîn taloqî kir.