Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran 2024-04-26 16:01:59 STENBOL - Biryara sewqkirinê ya rojnamegerên bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin nadin parêzeran.    Di encama operasyona navenda wê Stenbolê de 9 rojnameger hatibûn binçavkirin û ji rojnamegeran nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Lê belê biryara têkildarî sewqkirina rojnamegeran a bi daxwaza girtinê teslîmî parêzeran nayê kirin. Rojnameger bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin sewqkirin û nayê zanîn bê ka bi kîjan sedemê daxwaza wan a girtinê tê kirin. Ji bo biryar bi awayekî devkî û nivîskî teblîxî wan were kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û dadgehê dan.    Dozger israr dike ku biryarê neda parêzeran û ji bo vê yekê biryara nepeniyê ya têkildarî dosyayê weke hincet nîşan dide.