Malbata Dilşah Ercanê hat berdan 2022-09-29 18:49:16   MÊRSÎN - Li Mêrsînê tevî malbata Dilşah Ercanê 13 kes hatin berdan.    Di 26'ê Îlonê de li hemberî Polîsxaneya Teceyê ya li Taxa Denîz a navçeya Mezîtê ya Mêrsînê êrişeke çekdarî û bombeyî pêk hatibû. Di êrişê de polîsek miribû û polîsek jî birîndar bûbû. Piştî êrişê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kiribû ku ji kesên çalakî li dar xistine yek jê Dilşah Ercan e. Piştî vê îdiaya Soylû polîsan di 27'ê Îlonê de avêtibû ser mala malbata Ercanê. Di avêtina ser malê de bav, dê, 3 birayên Ercanê û hevjînên birayên wê jî di nav de 22 kes hatibûn binçavkirin.    Hat hînbûn ku li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê polîsan ji ferdên malbatê pirsên "Keça we li ku ye?" û "Herî dawî we kengî hevdîtin bi hev re kiriye?" kirine. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan bav, dê, 3 bira, 3 xwişk û hevjînên wan û ajovanê texsiyê yê ku kesên çalakî li dar xistibûn anîne cihê bûyerê û 2 kesên navên wan nehat hînbûn sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Tevî malbata Ercanê 12 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û ajovanê texsiyê jî ku bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin, piştî îfadeya li dadgeriyê hat berdan.