Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn 2022-09-29 17:53:58   ÊLIH – Li Hezoyê wesayîtek di pirê wer bû. Di qezayê de kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.    Mehmet Saît Gun ê bi wesayîta xwe ber bi navçeya Hezo ya Êlihê ve diçû, di Pira Pîranê ya Hezoyê de wer bû. Di qezayê de ajovan Gun jiyana xwe ji dest da û 2 kesên bi giranî birîndar bûn jî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.