Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin 2022-09-29 17:49:21   ÊLIH – Li Êlihê di bin navê "lêpirsîna Kobanê" de 9 kes hatin binçavkirin.    Li Êlihê îro danê sibehê di avêtina ser malan de 9 kes hatin binçavkirin. Di avêtina ser malan de Şerîf Takak, Hamza Kizilçin, Mehmet Şîrîn Ongun, Şîrîn Deger û 5 kesên navê wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Êlihê.