Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin 2021-09-20 18:36:46 ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" de li gundê Xolanê yê Cizîrê hevdîtin bi gel re kir.  Li Botanê kampanyaya  “Dem dema azadiyê ye" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome.    Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê di çarçoveya kampanyayê de serdana gundê Xolanê yê Cizîrê kir. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê  Hasan Ozgûneş, hevserokên HDP'ê yên Şirnexê, endam û rêveberên rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundiyan kirin.    Girseya HDP'ê bi tililiyan hat pêşwazîkirin.    Pişt re Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Mesut Nart axivî. Nart, bal kişand li ser girîngiya kampanyayê û bang kir ku her kes xwedî li kampanyayê derbikeve.   'EM ZÊDE DIBIN'   Di civîna gel de Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî bal kişand li ser pêvajoya Tirkiyeyê û got, tevî hemû êrişan jî HDP li ber xwe dide û bi hêz dibe. Ozguneş got: "Tirsê li me ferz dikin. Rêveber û hevşaredarên me hatin girtin. Lê dîsa gelê me serê xwe netewand û weke Çiyayê Cudî li ber xwe dide.  Em qels nabin, em zêde dibin. Xîreta me zêde dibe. Îro li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn tê kirin. Kes nikare li Îranê, Iraqê, Sûriyeyê ûTirkiyeyê bêyî kurdan aştiyekê çêbike. Çimkî kurd bûne xwedî hêz. Lê ya esasî çi ye? Em hê bêtir ji xwe bawer bikin. Em li dora partiya xwe bibin yek. Îro tecrîda li ser Birêz Ocalan, li tu derên cîhanê tune ye. Vê yekê ne ol qebûl dike, ne wijdan û ne jî qanûn qebûl dike. Li ser me faşîzmê dimeşînin. Lê heta ku em Birêz Ocalan azad nekin em ê nesikinin. "     Piştî guh li pirsgirêkên gel hat kirin, bername bi tilîliyan bi dawî bû.