Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin 2021-09-20 17:09:18   EDENE - Girtiyê nexweş Mehmet Zahît Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê dimîne, diyar kir ku mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin.    Girtiyê nexweş Mehmet Zahît Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimîne, di hevdîtina telefona bi malbatê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê parve kir. Şahîn ê di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, nexweşiyên wî yên fitika piştê, bronşit û astimê hene. Şahîn di hevdîtina telefonê de, da zanîn ku rastî binpêkirinên mafan ên keyfî tên, ligel ku girtiyê nexweş e mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin û nayê tedawîkirin.