Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest 2021-09-20 15:34:33 RIHA - Serdal Îzol ê di êrişa birayên parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol de ligel hevjîn û kurê xwe du xizmên xwe winda kirin, careke din hat pêş Edliyeya Rihayê û li edaletê geriya.  Serdar Îzol ê di serdegirtina birayên parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol ê di 15’ê Hezîrana 2019’an de li gundê Çeltîk ê girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê de, hevjîna xwe Meral, kurê xwe Mûsa Serhat, birayê xwe Hakki û hevjîna kekê xwe Zozan Îzol winda kirin, bi daxwaza edaletê cara duyemîn hat li pêş Edliyeya Rihayê. Îzol, wêneyê xizmên xwe yên di komkujiyê de winda kirin hilgirtin.   Serdar Îzol ê li pêş avahiya edliyeyê axivî, diyar kir ku bi ser komkujiyê ve salek zêdetir derbas bû û wiha got: “Ferdên malbata min bi çeka biruhset hatin qetilkirin. Kurê min ê ji bûyerê birîndar xelas bû hêj di girtîgehê de ye. Kesên ku em qetilkirin di danişînan de yek bi yek hatin berdan. Em tenê edaletê dixwazin. Ev komkujî li pêş kamerayan pêk hat. Îşkence li wan mirovên ku kuştin kirin. Komkujiyeke hovane heye û kesê ku fermana vê komkujiyê da jî parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol e. Me giliyê wan kir lê biryara neşopandinê dan. Divê mufettîşek were ka çawa hem malê me hem canê me ji me girtin lêkolîn bike. Tenê daxwaza me eve.”   ‘BILA EDALET PÊK WERE’   Îzol, da zanîn ku 7’emîn danişîna derbarê dozê de hatiye vekirin wê di 5’ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê were dîtin û wiha axivî: “Ez dixwazim ku kurê min negirtî were darizandin. Divê herkesên ku xwedî wijdan xwedî derkevin. Ez nikarim her roj werim vê derê. Ez ê hefteyê rojekê li vir daxwaza edaletê bikim. Bila edalet pêk were.”   Îzol, di 14’ê Îlonê de jî li pêş avahiya edliyeyê rojekê nobet girtibû.