Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin? 2021-09-20 14:13:49 ENQERE -  Parêzer Mesût Beştaş di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku YPG heta sala 2017'an weke "rêxistineke terorîst" nehate dîtin û xwest têkildarî ku Wezareta Tenduristiyê di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de çend endamên YPG û YPJ'ê derman kirine nivîs jê were xwestinê.  Rûniştina 4’emîn  a Doza Kobanê berdewam dike. Ji parêzerên dozê Mesût Beştaş axivî û diyar kir ku dadgeh bi awayek redkarî nêzî parêzeran dibe ku parastinê bikin.    LI BER HDP’Ê PROVOKASYONEK TÊ KIRIN    Beştaş pirsa serokê dadgehê di danişînên berê de "Çima êriş li HDP'ê nayê kirin?" bi bîr xist û piştî vê yekê Denîz Poyraz di êrişa li dijî Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hatiye kuştin û wiha got: "Mehmet Laçîn ê ku îdîa kir ku HDP'ê keça wî dîl girtiye, anîn ber avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê. Kesê tê îdîakirin ku di kuştina Denîz Poyraz de nobedar bûye tînin ber avahiya navenda HDP’ê û di çarçoveya azadiya xwepêşandan, meş û derbirînê de pêş Navenda Giştî ya HDP'ê. Bi tena serê xwe. Kî tîne? 500 kes ji xebatkarên Wezareta Karên Navxweyî wî diparêzin. Lê wekîlên HDP'yî dibêjin, 'Em ê tiştekî bibêjin', dibêjin, 'Na, hûn nikarin biaxivin'. Lê dema ku Denîz Poyraz li Îzmîrê hat qetilkirin, kesê li ber deriyê tînin ber Navenda Giştî ya HDP'ê. Ji ber vê yekê, em difikirin ku ev provakasyon dê di pêşerojê de jî bidomin.”    Serokê dadgehê axaftina Beştaş qut kir û xwest daxwazên xwe bîne ziman. Beştaş got ew ê daxwazên bêje û di vî warî de belgeyan pêşkêş bike.    ÇEND ENDAMÊN YPG’Ê HATIN DERMANKIRIN?    Beştaş xwest ji Wezareta Tenduristiyê re nivîs were nivîsand û di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de ku hemû meha cotmehê têde li nexweşxaneyên li nava sînorên Tirkiyê çend endamên YPG û YPJ’ê û endamên DAIŞ’ê hatine dermankirin û derbarê YPG’ê de biryarek wek “rêxistina terorê” hatibe girtin nîne û dermankirina endamên PYD û YPG’e ne sûc e. Wezîrê Dadê wê demê YPG wekî ‘rêxistina terorê’ nedît. Lê mixabin dem guherî. Niha hikûmet kî bixwaze dike 'rêxistina terorê'. Di demên rewşa awarte de jî Desteya Wezîran nikaribû wek mercên wekî 'rêxistina terorîst' îlan bike.”    Beştaş bi bîr xist ku heta sala 2017ê yek biryarek tenê ya ku YPG wek “rêxistineke terorê" bibîne tunebû û ji aliyê tu welatekî ve wekî "rêxistineke terorê" nayê hesibandin û got: "Me di sala 2017’an de ji bo endamên YPG’yê yên ku di girtîgehê de biryara beraetê wergirt. Em daxwaz dikin ku biryar û roja YPG û YPJ'ê weke 'rêxistina terorê' hatine qebûlkirin bi nivîskî ji Wezareta Dadê were xwestin.”   Beştaş belgeyên di destê xwe de pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Şandeya dadgehê pişt re navber da rûniştina dozê.