Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin 2021-09-20 12:30:27   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re têkoşîna edaletê didomîne, diyar kir ku li Edliyeya Rihayê hiqûqa serdestan tê pêkanîn û wiha got: “Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 196’emîn de didome. Dayik Şenyaşar û kurê xwe bi dowiza “Em ji bo herkesê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe ya îro kirin.    HIQÛQA SERDESTAN TÊ PÊKANÎN   Ferît Şenyaşar ê ku asta têkoşîna xwe ya edaletê nirxand, wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê ya min û dayika min a di bin zilmê de di roja 196’emîn de didome. Hemû cîhan çawa li Edliyeya Rihayê hiqûqa serdestan tê pêkanîn dişopîne. Dayikeke ku du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin heye. Yek daxwaza wê heye ew jî pêkanîna qanûnan e. Komkujiyek di holê de heye kesên ku ev komkujî pêk anîn jî diyar e. Ji berk u di nava vê komkujiyê de parlementerekî partiya desthilatê heye hiqûqa serdestan tê pêkanîn. Kesê ku mirov û xwedî rûmet ji bê komkujiyê re bêdeng namîne.”   Şenyaşar, diyar kir ku wê di 24’ê Îlonê roja 200’emîn a Nobeta Edaletê de ligel 200 parêzeran daxuyaniyê bidin û wiha axivî: “Têkoşîna me ya edaletê nêzî 200 rojan dibe. Em ê wê rojê bi hev re vê zilmê bi dawî bikin. Dozger an dê edaletê pêk bîne an jî wê ser wî koltûxî nerûne.”   WÊ BI PIŞTEVANIYÊ BI DAWÎ BIBE   Malbatê bi ser hesabê xwe yê twîtterê de jî ev peyam parve kir: “Di Edliyeya Rihayê de edaleta zalim û kesên bi hêz didome. Em nikarin li malê bisekinin ku hin kes ji me re derkevin vê bêedaletiyê çareser bikin. Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin. Têkoşîna me ya biheq di roja 196’emîn de ye.”