Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir 2021-08-03 14:15:06   ENQERE - Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê, diyar kir ku hişkesalî, şewat û lehiya ku bi rojane gel pê re rûbirû ne encama polîtîkayên li dijî xwezayê ne û wiha got: “Gelê me her roja ku diçe bi felaketan re rûbirû dimîne û xizan dibe. Em bang li desthilatê dikin; demildest îstîfa bikin.”   Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nacî Sonmez û Menekşe Kizildere, têkildarî şewatên daristanan û xebatên mudaxalekirinê yên bi rojan e didomin daxuyaniyeke nivîskî dan.  Komîsyonê, diyar kir ku desthilatê ligel hemû hişyariyan bergirî negirtine, polîtîkayên li dijî xwezayê bi rê ve birine û wiha got: “Daristanên me ji bo berjewendiyên sermayeya nêzîkî desthilatê hatine feda kirin. Gundî, ekolojist, mirovên zanist, rojnamevan tên krîmînalîzekirin, pirsgirêk hatiye veşartin û rê li ber tunebûna ekolojîk tê vekirin.”   ‘PALDANKA LÊ RÛNIŞTÎ DEMILDEST TERK BIKE’   Komîsyonê, da zanîn ku gelek caran derbarê lehî, hewaya germ, hişkesalî û şewatên daristanan de desthilat hişyar kirine û wiha berdewam kir: “Lê hişyariyên me di bin banê berjewendiyên pergalê de bi bêbextiyên ‘terorê’ hatin fetisandin. Qeyrana rêveberiyê ji kontrolê derketiye. Axaftina wezîr Pakdemîrlî yê ji hebûna daristanan berpirsyar a ‘em destûr bidin şewitandina daristanan’ dikin qet nayê qebûlkirin. Wezîr heke destûr bide şewitandina daristanan divê paldanka lê rûniştî demildest terk bike.”   BERPIRSYAR DESTHILAT E   Komîsyonê, di daxuyaniya xwe de herî dawî wiha got: “Em careke din jî dibêjin berpirsyarê şewatên daristanan Pakdemîrlî û hikumet e. Ji berpirsyartiyê xwe xelaskirin nayê qebûlkirin. Bi rojane kezeba me dişewite. Em bang li desthilatê dikin, hûn ne dikarin vî welatî ne jî qeyrana avhewayê bi rê ve bibin, demildest îstîfa bikin. Gelê me her roja ku diçe bi felaketan re rûbirû dimîne û xizan dibe. Em weke Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê em ê her tim bibin deng û qêrîna gelê xwe û zanistê biparêzin.”