Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin 2021-08-03 11:34:38   COLEMÊRG - Berîvanên ku dema li gundê Dêlezî yê navçeya Geverê pezên xwe didotin ji lehiyê bi zorê canê xwe xelas kirin wiha gotin: “Wê rojê em li hemû saziyên dewletê geriyan lê kes nehat. Yekane çavkaniya debara me heywanên me bûn ew jî çûn.”    Li gundê Dêlezî yê navçeya Geverê ya Colemêrgê,  ji ber barana zêde lêhî rabû û bi sedan pezên li zozanan ber bi lehiyê ketin û mirin. Berîvanên dema rabûna lehiyê pezên xwe didotin jî bi zorê canê xwe xelas kirin. Ji berîvanên ku hewl dan ji aliyekî heywanên xwe ji aliyê din canên xwe xelas bikin du jê bi awayekî sivik birîndar bûn.    BI SEDAN MIH WINDA NE   Îlhamî Ozdemîr, diyar kir ku dema lehî rabûye pez dotine û tiştên qewimîn wiha vegot: “Piştî barana zêde barî, ji çiyayên derdora me lehî di ser me de hat. Ewqas bi bandor bû ku bi xwe re berên mezin jî dianî. Berê lehiyê ket cihê ku me pez lê didot û ji nişka ve li çewlika pez da. Beşeke mezin a heywanan bi xwe re bir. Me hewl dan hinekan xelas bikin lê bi sedan pez lehiyê birin. Hêj me tespît nekiriye ku çend pez miriye. Yekane debara me heywanên me bûn ew jî çûn.”   EW KÊLÎ VEGOTIN   Ji berîvanan Felem Ozdemîr jî roja bûyerê wiha vegot: “Dema lehî bi ser me de hat me got qey em ê bimirin lê em xelas bûn. Lehiyeke wisa rabû ku me got wê di nava 5 deqîqeyan de wê cîhan hilweşe. Çiqas ber, ax hebe bi ser me de hatin. Yên min tenê ji 100 pezan zêdetir mirin. Dema me hewl da xwe ji lehiyê xelas bikin du berîvanên li cem min bi awayekî sivik birîndar bûn. Ji ber baranê hemû giyayê me rizî û gelek jî lehiyê bir. Ji ber em wê rojê tirsiyan ji zozanan zivirîn, pişt re me nikarî biçin jî. Ji ber em zivirîn me nezanî ka çiqas windahiya me heye û em hatin malê.”   Ozdemîr, da zanîn ku ji bo alîkariyê li qereqolê geriyan û wiha got: “Em wê rojê li hemû saziyên dewletê geriyan. Me got ‘ji bo riza Xwedê werin me xelas bikin’ lê tu kes nehat. Piştî ku em ji lehiyê xelas bûn maşîneyên kar û gundî hatin cihê lehiyê. Em dixwazin zirara me were pêşwazî kirin.    Berîvanên ku piştî felaketa lehiyê duh hatibûn navenda navçeyê, ji ber yekane debara wan li ser sewalkariyê ye îro dîsa ketin rê û berê xwe dan zozanan.      MA/ Mazlûm Engîndenîz