Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin

  • jin
  • 15:01 3 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Danişîna ewil a doza ku Îbrahîm Barkin ê ji ber Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetîl kir tê darizandin hat lidarxistin. Bersûc bi gotinên ku dide nîşandan çiqas nêzî dewletê ye xwe parast û got: "Ez xizmeta dewleta xwe dikim. Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin." 
 
Li navçeya Silopiya Şirnexê di 14’ê gulana 2022'yan de Sakîne Kultur (40) bi rêbaza îşkenceyê hatibû qetilkirin, cenazeyê wê li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû destpêkirin de wekî gumanbar Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê gulanê de hatibû girtin.
 
Danişîna ewil a doza ku bersûc Îbrahîm Barkin jê tê darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Bersûc Îbrahîm Barkin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. 
 
Malbata Kultur, parêzerên endamên Baroya Şirnexê, Baroya Amedê, Komeleya Hîqûqnasên Ji Bo Azadiyê( OHD) ya Şaxa Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) ya Şirnexê Sabuha Akdag, Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan, endam û rêveberên HDP’ê tev li daneşînê bûn. Her wiha Baroya Amedê, OHD, Baroya Êlîhê, Baroya Stenbol, Baroya Sêrtê, Baroya Dîlok, Baroya Semsûrê daxwaza tevlibûna danişînê kirin. Lê dadgehê daxwaza wan red kir.
 
SÛCÊ XWE XIST STÛYÊ KULTUR 
 
Piştî tespîta nasnameyan danişînê bi îfadeyên bersûc dest pê kir. Bersûc di îfadeya xwe de tawanbariya li Sakîne Kultur kir û bi gotinên, “Ez xîzmeta dewleta xwe dikim. Ji bo ku ez xwe biparêzim li gel min kêr hebû. Bi leşker û polîsan re têkiliyên min xurt e. Hemû kes dizane ku têkiliya min bi emnîyet û cendirmeyan re heye" xwe parast
 
Piştî axaftina bersûc li birayê Sakîne E.K, hat guhdarîkirin. E.K. diyar kir ku xwişka wî bi hovîtiyeke mezin hatiye qetilkirin û xwest bersûc bi cazeyê herî giran were cezakirin. 
 
KUŞTINA PLANKIRΠ
 
Danişîn bi axaftina parezera malbata Kultur, Gulcîhan Tokay berdewam kir. Tokay destnîşan kir ku bersûc qetilkirina Sakîneyê plan kiriye û got: “Îfadeya Îbrahîm Barkin hatiye guhertin. Di warê qetilkirina Sakîneyê ya ji aliyê bersûc Îbarhîm Barkin ve delîlên ku bûyerê piştrast dikin hene. Bersûc hewil dide ku ji sûcê kiriye xwe xelas bike û cezayê ku lê bê birîn kêm bike.”
 
Ji 11 şahidan ên ku li wan hat gundarîkirin jî gotin ku wan  li ser rê cenazeyek dîtine û bang li cendirmeyan kirine.
 
Kurê Kultur ku yek ji wan şahidan e jî axivî û got: “Diya min gelek caran ji bo lêgerenîna avahiyê ji mal derdiket. Roja ku winda bû got ez diçim nexweşxaneyê û êdî nehat malê. Piştî ku nehat malê ez tirsiyam. Lê min agahî neda kesekî.”
 
DOZ TALOQ BÛ 
 
Piştî guhdarîkirina şahidan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê biryar da berdewamiya girtina bersûc Îbarhîm Barkin da û ji bo belgeyên di dosyeyê de bên temakirin û li şahidên nû were guhdarîkirin dozê taloqî 14’ê adarê kir.