Bîranîna bo Bahar Hezer: Bêcezahiştin kujeran cesaret dike

  • jin
  • 14:22 6 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rihayê û Mêrdînê ji bo Bahar Hezer a hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn û bibîranîn û hat destnîşankirin divê bêcezahiştin wêrekiyê dide kujeran.  
 
Li Rihayê di 3’yê kanûnê de rêvebera Odeya Endezyarên Înşeatê Bahar Hezer ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin. Rêxistinên jinan ên i Rihayê û odeyên girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) li ber avahiya Odeya Endezyarên Înşeatê ya Rihayê daxuyanî dan. Yên tev li daxuyaniyê bûn kurdeleya mor û wêneyê Hezer bi ber dilê xwe ve danîn û pankarta “Em ê xwedî li têkoşîna Bahar derkevin” hildan û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
'KUJER JI BÊCEZAHIŞTINÊ WÊREK DIBIN’ 
 
Rêvebera Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Elîf Erdem diyar kir ku kujerên jinan bêceza tên hiştin û ev yek wêrekiyê dide kujeran. Erdem destnîşan kir ku ew êdî ne edaleta zilaman lê edaleta rastî dixwazin. Erdem da zanîn ku wê jin li dijî hemû polîtîkayan têbikoşin û ji bo êdî jinek nebe qurbanê tundiyê dê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. 
 
Daxuyanî berzkirina dir3uşman û çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Pişt re li avahiya Odeya Endeyzarên Înşeatê li beşa ji bo Bahar Hezer hatibû amadekirin bîranîn pêk hat. 
 
MÊRDÎN
 
Desteya Koordînasyona Bajarê Mêrdînê ya TMMOB’ê jî li avahiya xwe daxuyanî da û Baharê bibîr anî. Rêvebera Odeya Endeyzarên Înşeatê ya Mêrdînê Mizgîncan Dînç Arsû daxuyanî da û destnîşan kir ku hevrêya wan Bahar bi awayek hovane hatiye qetilkirin û ew ne edaleta derewîn lê edaleta rasteqîn dixwazin. Arsû da zanîn ku ew ê li dijî her cureyê tundiya li ser jinan derkevin û jinan bêxwedî nehêlin.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.