TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir

  • jin
  • 16:08 29 Mijdar 2022
  • |
img
 
WAN - Li Wanê binçavkirina jinan hat şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku dê her li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîna xwe bidomînin û dê her tim li qadan bin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Lêpirsîn di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên veşarî de hatiye destpêkirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinan de gelek jin hatin binçavkirin. 
 
Derbarê binçavkirinan de jinan li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyek da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, endamên Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê, Komeleya Jinan a STAR, Serhat GOÇ-DER û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan pankarta "Jin jiyan azadî' vekir. Daxuyanî ji hêla Parlamenter Muazzez Orhan ve hat dayîn. 
 
Orhan diyar kir ku îktidar ji bo veşartina bêhiqûqî û talanê êrişî jinan dike û got: "Îktidar li hemberî têkçûna xwe êrişê li jinan dike. Em armanca wan êrişan baş dizanin. Bi qanûnên xwe û polîtîkayên xwe dixwazin li dijî vîna jinan, bedena jinan, jiyana jinan serdestiya xwe ava bikin. Bi zext, şîdet, binçavkirin û girtinan dixwazin hêza jinan a li dijî zîhniyeta xwe têk bibin û jinan di nav 4 dîwaran de zeft bikin. 
 
TEVÎ ZEXT Û ZORDESTIYÊ JÎ TÊKOŞÎNA ME DIDOME 
 
Îro bi sedan hevrêyên me ji bo azadiya jinan û ji bo hemû gelan li girtîgehan dîl hatine girtin. Bi salan e li dijî têkoşîna jinan polîtîkayên zextkirinê tê meşandin. Jin tên qetilkirin û kujerên jinan bi qanûnan tên parastin. Bi polîtîkayên taybet ên şer li dijî bedena jinan êrişek heye û bi vî rengî dixwazin civakê têk bibin. Em jin di vê ferqê de ne û ji ber vê yekê em li dijî vê zîhniyetê têdikoşin û xwe birêxistin dikin. Tu zext, şîdet û zilm nikare rê li ber têkoşîna me bigire. Me tu carî qadên heyî terk nekir. 
 
Di 25'ê Mijdarê de li dijî jinan êrişek pêk hat. Jin tu carî dev jî têkoşînê bernedan, dê îro jî em ê li qadan bin. Ji bo jiyaneke azad, vîneke azad, li dijî şîdeta dewletê em ê her têbikoşin. Em ê hertim li qadan bin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.