Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket

  • jin
  • 09:54 28 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dayika Aşitiyê Nebahat Îşçî ku polîsan di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de tundî lê kir û destê wê ji cih derket, diyar kir ku ew bi salan e li dijî vê tundiyê li ber xwe dide û got: "Ez ne tenê ji bo xwe, ji bo ku ew polîsên jin ku tundî li min kirine jî rastî tundiyê neyên ez li wir bûm." 
 
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de jin bi pankarta, “Jin Jiyan azadî; Li dijî faşîzm û qirkirina ser jinan dem dema azadiya jinan e” meşiyan. Jinên ku rastî êrîşa polîsan hatin, hatin derbkirin û pişt re jî hatin binçavkirin. Yek ji van jinan jî endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Cizîrê Nebahat Îşçî bû. Destê Îşçî ya di çalakiyê de derb xwarî ji cih derket. Îşçî, 15 salan bi awayekî sîstematîk ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve rastî tundiyê hatiye. Îşçî, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li ber çavên zarokên xwe hat kêr kirin û bi dehan caran rastî îşkenceyê hat. Îşçî, ku dest ji hevserê xwe berdan pişt re di nava HDP'ê de cihê xwe girt û ji bo hemû jin û dayikên ku rastî tundiyê tên di her 25'ê Mijdaran de li dijî tundiyê dimeşe. Îşçî vê carê jî rastî tundiya polîsan hat. Dayika Nebahat Îşçî ku tundî lê  hat kirin têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
'MIN LI BERXWE DA JI BER WÊ NIHA LI VIR IM'
 
Îşçî, diyar kir ku armanca wê tev li bûna çalakiyê li dijî tundiya mêrê desthilatdar deng derxistin bû û wiha axivî: "Ez tundiya li ser jinê şermezar dikim. Ez jinek im û ez bi xwe jî gelek rastî tundiyê hatime. Ez heta serê sibehê jî bibêjim ez nikarim ew tundiya ku li ser min hatiye kirin xelas bikim. Ew bi pirtûkan jî xelas nabin. Çimkî gelek hatiye serê min. Tişta hatiye serê min bila neyê serê tu kesî. Lê min her tim jî li ber xwe da. Heger ku min li ber xwe nedaba dibe ku ez niha li vir nebûma. Ji ber wê jî di 25'ê mijdarê de ez bi xwe jî tev li wê meşê bûm. Li her derê tundî tê şermezar kirin. Qasî 5 deqîqeyan ez meşiyam û pişt re polîsan dora me girtin. Ew hovitiya ku li ser me hatî tu derê nehatiye ditin. Ne hişyarî kirin û ne jî tişteke din kirin û êrîşî me kirin. Ez wê rojê ne tenê ji bo xwe ji bo ku ew polîsên jin jî tundiyê nebînin li wir bûn. Îro tundî li wê polîsa jin jî bê kirin ez qebûl nakim û ez ê li dijî tundiyê bisekinim. Li ku derê tundî li ser jinê hebe ez qebûl nakim. Yek bi yek em hemû dayik û hevalên jin derb kirin û bi erdê re kaş kirin. Heqaret li me kirin. Jinên polîs bêtir êrîşî me kirin. 2 jinên polîs hatin min. Min ji wan re got, 'destê min berdin' bernedani, destê min berdaban ez bi xwe wê biçûma. Çimkî tu sucê me nebû. Me tu neheqî jî li tu kesê nekiribû. Ew meş mafê me bû. Destê min paş ve badan. Min kir qîr û hawar destê min bernedan. Destê min danîn ser stûyê min û pişt re danîn ser pişta min."
 
'LI KU TUNDÎ HEBE EM Ê LI WIR TEBIKOŞÎN'
 
Îşçî, anî ziman ku ew ê di her keliya jiyanê de li dijî tundiya li ser jinan li ber xwe bidin û got: "Pişt re nayê bîra min ku çi ji min kirin. Hevalên min gotin, 'tu anî avêtin otobûsê'. Pişt re min çavê xwe vekir ku ez di otobûsê de me. Dû re min destê xwe û stûyê xwe hîs nekir. Ji me re gotin,' em ê we bibin bijîşk' lê em nebin nexweşxanê. Gelek heqaret li me kirin. Ewan dizanî ku ew sûcdar in û em mafdar in. Kesek anîn qereqolê gotin bijîşk e. Piştî bi seatan şûnde îfadeyên me girtin û em berdan. Laşê min pir diêşe. Destê min ji du cihan derketiye. Ew dibêjin heger em wisa bikin ew ê xwe bêdeng bikin û êdî deng nekin. Lê heta dawiyê em ê tebikoşin. Li ku derê li ser jinê zilm û tundî hebe em ê li wir bin û tebikoşin."