Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin

  • jin
  • 16:48 27 Mijdar 2022
  • |
img
 
ANTALYA - Jinên ku li Antalyayê bi boneya 25’ê Mijdarê hatin ba hev, tundiya mêr-dewletê bi meşekê protesto kirin. 
 
Platforma Jinan a Antalyayê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Parka Aydin Kanzayê hatin ba hev û ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşek li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin”, “Bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî” û “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” hatin berzkirin. 
 
Piştî meşê jî Berdevka Meclisa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê Songul Şarkli li ser navê platformê daxuyanî xwend. Şarkli, anî ziman ku dê tu caran dev ji mafê jiyanê bernedin û wiha got: “Li her devera cîhanê jin li qadan e. Em, jiyaneke ku tundî û xizanî tê de tune û jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Gotineke me bo kesên kujer û tecawizkaran diparêzin heye; em li kolan, mal, dibistan, kargeh û li her cihî hene. Em ne serî li ber polîtîkayên we yên dijminatiya jinê û ne jî serî li ber we ditewînin.” 
 
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.