Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre

  • jin
  • 11:26 27 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Endama TOMÎS’ê Dilbent Turker ku di dema Meşa 25’ê Mijdarê de piyê wê hat şikandin diyar  kir ku bijîşkan hewl da tundiya polîsan veşêrin û wiha got: “Ez ê giliyê bijîşk û polîsan bikim.” 
 
Di dema Meşa 25’ê Mijdarê ya li Stenbolê de ku bi pêşengtiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ve hat lidarxistin, polîsan êrişî çalakvan dorpêç kirin û êriş pêk anîn. Çalakvan, li gelek kolanên ber bi Tunela Taksîmê ve û li Karakoyê meşiyan. Di êrişê de nêzî 200 jin hatin derbkirin û biçavkirin. Yek ji binçavkiriyan jî Endama Sendîkaya Karkerên Otomotîv û Metalê ya Tum (TOMÎS) Dilbent Turker bû ku di dema êrişê de piyê wê hate şikandin. 
 
Têkildarî mijarê Dilbent Turker bi ajansa me re axivî û got ku ji bo protestkirina tundiya li dijî jinan daketin kolanan lê rastî tundiya dewletê hatine. 
 
'ROJA KU ÎTÎRAZ TÊ MEZINKIRIN’ 
 
Turker, da zanîn ku jin di 25’ê Mijdarê de li dijî tundî û kedxwariya zilaman dadikevin qadan û îtîraza xwe mezintir dikin. Turker, bertek nîşanî qedexekirina qadan ji hêla desthilatdariyê ve da û wiha got: “Qeymeqamtiya Beyoglûyê çalakî qedexe kiribû lê tu wateya vê biryarê bo me jinan nîne. Çi dibe bila em ê bidaketina qadan û îtîraza xwe nîşan dabûya. Dema em ber bi tunelê ve dimeşiyan, polîsan di carekê de em dorpêç kirin. Ji bo ku neyên binçavkirin, me tevekan bi hev re li ber xwe da. Ji ewil em li erdê kaş kirin û derb kirin. Dema ji bo ku min ji hêz bixin pêhn li lingê min xistin, piyê min şikest.” 
 
AMBULANS NEDAN 
 
Bi domdarî Turker got ku wê ev miameleya dermirovî heq nekiribû û wiha domand: “Piştî ku piyê min şikestî, piyê min zivirî. Tevî vê yekê jî polîsan pêhn li wî piyê min didan. Min gelek êş dikişand lê dîsa jî min nexwest li dijî vê miameleya dermirovî serî bitewîninim. Piştre jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê. Heta ku bijîk hatî jî destên min ji pişt ve kelemçekirî bûn. Bijîşk got ku divê demildest detwerdanê li lingê min ê şikestî bike. Lê li wir beşa ortopediyê nebû lewma sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Hestî ya Baltalîmani ya Metîn Sabanci ya li Sariyerê. Ji ber ku ambulans nedan, bi wesayîta polîsan birin. Piştî miayeneya bijîşkan, rontgenê piyê min hat kişandin. Bijîşk got; ‘divê piyê te bê emeliyatkirin.’ Di vê navberê de min nekarî xwe bigihînim xizm û parêzerên xwe. Bi vê yekê re mafê min ê tenduristiyê hat binpêkirin.” 
 
'BIJÎŞK HEWL DA TUNDIYA POLÎSAN VEŞÊRE’
 
Di berdewamê de Turker anî ziman ku bijîk jî neheqiya li wê hatiye kirin domandiye û ev yek wiha vegot: “Dema ku bijîşk ez tedawî dikirim got; ‘Tu ketiyî xwarê.’ Min jî jê re got ku piyê min ji ber pêhnên polîsan şikestiye. Lê ji min re got; ‘Ev pê ji ber pêhnê bi vî awayî naşikê’ û hewl da tundiya polîsan veşêre. Kêliyên îşkenceya li min hatiye kirin di qeydên kamerayên polîsan de hene. Piştî ku Odeya Bijîşkan û rêxistinên jinan li nexweşxaneyê geriyayîn, helwesta polîs û bijîşkan guherî. Beriya wê, hemû mafên min hatin astengkirin.”
 
DÊ GILÎ BIKE
 
Di berdewamê de Turker bi lêv kir ku dewlet her tim li dijî karker, kedkar, şoreşger û jinan polîtîkaya tundiyê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Em ê her tim li dijî vê tundiyê bisekinin. Ez ê hem giliyê bijîşkê ku hewl da tundiya polîsan veşêre û hem jî giliyê polîsan bikim. Bêguman ev zext dê nekarin me ji têkoşîna me bikin û em û bi awayekî serbilind li dijî van rêbazên faşîzan têbikoşin. Dê têkoşîna jinan, dîktator û faşîzmê têk bibe. Berxwedana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kirî, bandorê li hemû gelan dike. Ji bo ku şoreş bi ser keve, divê em têkoşîna jinan hîn mezintir bikin. Divê li idjî tundiya ser jinê, li dijî qetilkirina jinan û xwarina keda jinan, em bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li kolanan bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal