Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan

  • jin
  • 16:00 26 Mijdar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Jinan  bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û gotin ew ji xwişkên Mirabal heta Jîna Emînî têkoşîna xwe didomînin.

 
Platforma Jinan a DêrsimAê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji xwişkên Mirabal heta Jîna Emînî têkoşîna me didome” hat vekirin. Li ser navê Platformê, Hevseroka sendîkaya SES’ê ya Şaxa Dêrsimê Serap Kahraman axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan li dijî qeyûman, kedxwariyê û şer û tundiyê. 
 
Kahraman da zanîn ku li Dêrsimê nûçeyên tundiyê li pey hev tên û li aqûbeta Gulistan Dokû ya li Dêrsimê hat windakirin pirsî. Kahraman bal kişand ser daxwazên jinan û got: “Em ê ji xwişkên Mîrabal, heta Jîna Emînî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
SEMSÛR
 
Platforma Jinan a Bajêr a Semsûrê di Parqa Demokrasiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Eylem Yildirim axivî û bi bîr xist ku ji Arjantînê heya Şiliyê, ji Polonyayê heya Afxanîstanê berxwedanên jinan hene û piştî qetilkirina Jîna Emîniyê li dijî dîktatoriyan, rejîmên desthilatdar û mêrsalariyê serhildanek heye. Yildirim di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em wek jin di 25’ê cotmehê de li dijî tundiyê, zayendperestiyê, şer, xizaniyê kuştinên jinan, bi mezinkirina serhildanên ji bo wekhevî, dadê, aştiyê û azadiyê li qadan in.” 
 
MELETÎ
 
Platforma Jinan a Meletiyê li Parqa Soykanê kom bû û li vir daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê cîhaneke azad û wekhev bi hev re saz bikin” hate vekirin û dowîzên “jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de rêvebera Şaxa Egîtîm-Sen a Semsûrê Nûriye Yildiz axivî û anî ziman ku ew wek jinên mîrateya xwîşkên Mîrabel dewr girtine dê li dijî reveberiyên bi zext û faşîst, xwedî li kevneşopiya têkoşînê derbikevin.”
 
DÎLOK
 
Platforma Demokratîk a Jinan a Dîlokê ku dixwest li derve daxuyaniyê bide, ji ber biryara Walîtiyê ya qedexeya çalakiyan a li bajêr, daxuyaniya xwe di avahiyê Şaxa Egîtîm-Sen a Dîlokê de li dar xist. Di daxuyaniyê de Berdevka Platfomê Elîf Soyleyîcî daxuyaniya hevpar a li bajarên din hatiye parvekirin xwend û anî ziman ku ew ê têkoşîna jinê û berxwedanê mezin bikin.