Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike

  • jin
  • 16:03 27 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Li navçeya Bayindirê zilamê bi navê E.M., jina bi navê N.M. ku pê re di asta dest ji hev berdanê de bû, bi giranî birîndar kir.
 
Li navçeya Bayindirê ya Îzmîrê jina bi navê  N.M. (38) di dema bi zarokên xwe re di erebeyê de bû, rastî êrişa çekdarî hat. Zilamê bi navê E.M. (51) ku bi N.M.’yê re di asta dest ji hev berdanê de bû, N.M. bi giranî birîndar kir. 
 
Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, N.M. rakirin nexweşxaneyê. Hat destnîşankirin ku rewşa N.M.’yê giran e û xetereya jiyana wê berdewam dike. Faîl E.M. piştî ku êriş kir, zarokên di erebeyê de bi xwe re birin û reviya. Faîlê ku piştî demekê li navçeya Kemalpaşayê hat binçavkirin, birin miduriyeta polîsan.