TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya

  • jin
  • 21:18 25 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNAK - TJA'yê li Silopiya ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û şerê li Herêma Kurdistana Federe meşek li dar xist. Di meşê de hat destnîşankirin ku wê jin di her şert û mercî de bedena xwe, nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û êrişên li Herêma Kurdistana Federe meşek li dar xist. Meş li Kuçeya Hunerê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê dest pê kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê yên Amed, Mêrdîn û Êlihê, Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, HDP Şirnexê û navçeyê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Hezexê Songul Erden, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez jî di nav de gelek jin tev li meşê bûn. 
 
Di meşê de pankarta li ser "Li dijî polîtîkayên şerê taybet û dagirkeriyê em ê civaka xwe biparêzin" nivîsandî hat vekirin û wêneyên zarokên li Herêma Kurdistana Federe di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, wêneyê Hevrîn Xelef a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin û wêneyên jinên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên "Jin bi têkoşîna xwe dê pergalê hilweşîne" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Li Kuçeya Hunerê polîsan pêşiya meşê birî û gotin dê destûrê nedin. Piştî vê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî rageşiyeke demkurt jinan meşa xwe domand. 
 
Piştî meşê li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Bêşebabê Beybûn Aslan metna daxuyaniyê xwend. Aslan diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer li hev kom bûne û got: "Bi salan e dixwazin bi zorbetiyê vîna me teslîm bigirin. Dixwazin bi sirgûn, koçberî, binçavkirin û girtinan serê me jinên kurd bitewînin. Lê qethiyen em ê çokê daneynin." 
 
‘BI HEZARAN JIN DÎLGIRTÎ NE'
 
Aslan destnîşan kir ku jinên kurd dixwazin bi awayekî azad bijîn û got, ji ber vê ji bo wekheviyê têdikoşin. Aslan bilêv kir ku jinan bi têkoşîna xwe planên serdestan belawela kirine û got: "Niha bi hezaran siyasetmedarên jin û aktivîst di girtîgehan de dîlgirtî ne. Jin têkoşîna xwe ya li hemberî feraseta serdest a mêran didomînin. Lewma em bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin. Bi hîle û xurdeyan jinên kurd ber bi tiryak, fuhûş û întiharê dibin. Jinên ku van polîtîkayên qirêj qebûl nakin jî tên qetilkirin. Dadgehên Tirkiyeyê bi temamî di bin kontrola AKP-MHP'ê de ne. Ayşe Gokkan, Leyla Guven û bi sedan jin dîl hatine girtin. Bi kûçikan avêtins er mala Rojbîn Çetîn û ew îşkence kirin. Kesên îşkence li Rojbîn Çetînê kirin nehatin darizandin jî." 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'
 
Aslan diyar kir ku ew ê li her derî van polîtîkayên qirêj ên dewletê teşhîr bikin û got: "Bi van êrişan dixwazin têkoşîna jinên krud asteng bikin da negihê têkoşîna jinên cîhanê. Lê belê têkoşîna jinan guh li astengiyan nake. Jinên kurd ji tu bedêlê natirsin. Her biçe dê hîn bêtir xwe birêxistin bike. Em ê di hemû şert û mercan de bedena xwe, nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin."