Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke

  • jin
  • 10:43 24 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş ku beriya demekê hat girtin, di peyama ku şand de ev tişt got: "Bila bê zanîn ku wê hêza tu zext û zilm têra şikandina pênûsa jinê neke. Em rojnameger in û karê xwe yê rojnamegeriyê bikin."
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8'ê hezîranê de polisan bi ser malên 20 jê rojnameger 22 kesan de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 8 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin û di 16'ê hezîranê de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç,  Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn hatin girtin.
 
'EM Ê ROJNAMEGERIYÊ BIKIN
 
Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, ji Girtîgeha Jinan a Amedê ku lê girtî ye peyam şand. Peyama Alagaş wiha ye: "Destpêkê em gelek baş in, moralê me pir baş e. Em ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê hatin girtin lê bila bê zanîn ku wê hêza tu zext û zilm têra şikandina pênûsa jinê neke. Em rojnameger in û karê xwe yê rojnamegeriyê bikin. Em spasiya herkesê ku piştgiriya me kirin dikin. Bi hêviya ku di rojên azad em hev bibînin..."