Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin

  • jin
  • 20:59 23 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Di doza têkildarî fesixkirina Peymana Stenbolê de meqama îdiayê di mutalaaya xwe de xwest fesx bê betalkirin. Heyeta dadgehê dê biryara xwe beriya betlaneya edlî bi awayekî nivîskî eşkere bike. 
 
Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Odeya Diransazan a Enqereyê û baro jî di nav de 18 serlêdêr ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê dabûn. Danişîna dozê li Daîreya 10'an a Şûraya Dewletê hat lidarxistin. Di danişînê de nûnerên baroyan, nûnerê TMMOB'ê, TTB'ê û Odeya Diransazan a Enqereyê axivîn û xwestin fesxa Peymana Stenbolê bê betalkirin. 
 
Paşê serokê dadgehê cara dudoyan mafê axaftinê da nûnerên saziyên serlêdêr. Parêzerên dozdar bal kişandin ser nakokiyên di parastina parêzerên serokkomartiyê de. 
 
Piştî beyanan meqama îdiayê mutalaaya xwe ya ji bo betalkirina fesixkirinê dubare kir. Parêzerên dozdar jî beşdarî li dîtina dozgeriyê kirin.
 
Heyeta dadgehê diyar kir ku dê biryar paşê bê eşkerekirin û danişînê bi dawî kir.